|
Panorama Kurdistan 2007
REWÞA ZIMAN, ÇAND Û
REWÞENBIRIYA KURDÎ
31
Berfanbar (Kanûn), weþandin:00:34:21 (GDK)
|

Özz Nûjen û Niþtî Stêr spikerê galayê Kurdî bûn.

Zimanzan
û wêjevan Prof. Dr. Ordîxanê Celîl ku yek ji kesayetiyên bi nav û deng ên
kurd û nayê jibîrkirin e, di 75 saliya xwe de çû ser dilovaniya xwe.
|
Di qada çand ,ziman, rewþenbirî û
hunera Kurdî de îsal gelek festîval,pêþveçûn,pêþengeh,çalakîyên cûr be cûr
pêk hat.
KONFERANSA ZIMAN
•
Li parlementoya Belçîka li Brukselê sempozyûma li ser zimanê kurdî û
perwerdeya bi zimanê kurdî hate lidarxistin.
Di encamnameya sempozyûmê de tê xwestin ku zimanê kurdî wekî zimanê tirkî di
pergala perwerdehiya fermî ya dewletê de cih bigire. Di encamnameyê tê gotin
ku makezagona Tirkiyeyê li hemberî perwerdehiya kurdî astengeke mezin e.Her wiha di encamnameyê de hate ziman ku ev zordayîna YE’yê ji bo zimanên
din yên di derveyî tirkî de jî bê kirin û divê der barê perwerdeya bi kurdî
de YE divê bêtir nerm nêzîk bibe. Ji bo perwerdeya bi kurdî ji berpirsên
tirk re jî bang hate kirin ku bila di pergala perwerdehiyê de guhartin bê
kirin û rê li pêþiya kurdî bê vekirin û kurdî di dibistanên bilind û
zanîngehan de bibe zimanê perwerdeyê.
GALAYA KURDÊ SALÊ
•
Nûnertiya
Hukimeta Kurdistanê li Bakurê Ewrûpayê ev du sal e ji bo kurdê salê û dostê
kurdan li Swêdê hilbijêre gale amade kir.Galaya isal di 25.01.2007ê de li Stockholmê li Teater Sodra pêk hat gelek
kurd û Swêdî bêþdar bûn. Li ser navê FKKSê jî seroka FKSSê Aycan Þermin
Bozarslan bêþdar bû.
Özz Nûjen û Niþtî Stêr spikerê galayê bûn.
KOMALEYA EHMEDÊ XANÎ
•
Di salên dawîyê de li Bakurê
Kurdistan nava kultur, hûner û zimanê Kurdî valakirin destpêkiriî ye. Me jî
li dijî vê Komela Ehmedê Xanî a Kultûr û Hûner damezirandin. Gelên weke
Kurda dibin nîrê dagirkerîyên de dijîn, ji bo kultura xwe bi parêzin û
heyîna xwe berdewam bikin xweparastin þert e. Divê mirov nehêlê dijmin
têkevê derdorên kultura Kurda û pêwiste Kurd sîyaseteke Kulturî terxan
bikin.
KONGREYA KURDÎ-DER
•
Kongreya asayî ya yekem a Komela
Pêþxistin û Lêkolînê ya Zimanê Kurdî hate lidarxistin.
Komela Pêþxistin û Lêkolînê ya Zimanê Kurdî KURDÎ-DER, îro yekemîn kongreya
xwe ya asayî li Enstîtuya Zimanê Kurdî ya Amedê lidar xist.
KONFERANSA BÎRÊ NETEWEYÎ
•
Navenda Roþenbîriya Kawa bi alikariya Serokatiya Zankoya Selahaddînê, li
Hewlerê konferaseka 4 rojî li ser “Bîrî Netewî” çêkir. Di konferansê da
gelêk alîyên bîrî netewî, wekî dîrokî, civakî, aborî, rewþenbîrî kete ber
behs û lokolînê.
KONFERANSA DÎROKA
KURDISTANÊ
•
Li paytextê Swêdê Stockholmê
konferansek li ser dîroka Kurdistanê hat derbaskirin. Konferansa ku ji aliyê
Federasyona Komeleyên Kurdistanê hatibû amadekirin, bi hewes û baldariyeke
mezin hat gudarîkirin. Destpêkê da ji bo rêzgirtina þehîdan deqîqeyekî
rawestin û dûra seroka Federasyonê Þermîn Bozarslanê xêrhatin li beþdar û
mêvanan kir. Pênc pispor û zanayên beþdarbûyî, di babetên cuda da li ser
dîroka Kurdistanê agadarî dan. Di dawiya konferansê da, wan bersiva pirsên
gudaran dan û konferans bi awayekî serketî derbasbû.
KAMPANYAYA 100.000 ÎMZE
BO ZIMANÊ KURDÎ
•
Hevgirtina
Rewþenbîrên Kurdên Rojava li Derve ".H.R.K.R.D ji serê sala nû û vir ve di
gel UNESCOyê di hewldanê de ye daku imzeyên berhevkirî tevî belgenameyekê li
ser rewþa zimanê kurdî radestî wê bike. Aniha jî pirsa wergirtina imzeyan li
ber destê serokê saziyê ye, hêviya me ew e ku di nêziktirîn wext de bersivek
e erênî bide me.."Kampaniya berhevkirina 100.000 imeze bi dawî bû.
FESTÎVALA AMEDÊ
•7.
Festîvala Çand û Hunerê ya Amedê bi beþdarbûna bi dehan hunermendan hate li
dar xistn.
ZEXTÊN SER ZIMANÊ KURDÎ
•
Tehamûla
dewletê ya li hemberî zimanê kurdî her ku diçe namîne. Ji ber ku bi xebata
sazî û dezgehên kurdî li hemû bajaran kurdî bi pêþ dikeve, ev yek dewletê
dixe nava tirs û fikaran. Ji bo ku dewlet pêþî li zimanê kurdî bigre û kurdî
bihelîne, êrîþên xwe yên li ser kurdî dijwartir kir.
LI baþûrrojavayê
KurdIstanê konferansa zImanê Kurdî
•
Li Baþur-rojavayê Kurdistanê bi
þîara 'Zimanê me hebûn û rûmeta me' ye konferansa zimanê Kurdî hat
lidarxistin...Konferansa Saziya Zimanê Kurdî li Rojavayê Kurdistanê di 24'ê Tîrmehê de hat
lidarxistin...
Di konferansê de beþdar bi awayekî berfireh li ser rewþa zimanê Kurdî û
astengiyên li pêþiya ziman rawestiyan...
FESTÎVALA GIMGIM
• 5'emîn Festivala Girê
Koxê ya ji aliyê Þasredariya Gimgimê ve tê oragnîzekirin, hate lidar xistin.
Ordîxanê Celîl
derket rêwîtiya dawiyê
•
Zimanzan
û wêjevan Prof. Dr. Ordîxanê Celîl ku yek ji kesayetiyên bi nav û deng ên
kurd û nayê jibîrkirin e, di 75 saliya xwe de çû ser dilovaniya xwe.
Ordîxanê Celîl ku li ser zargotina kurdî bi dehan berhemên wî hene, li
hemberî pirsgirêka kurd jî gelekî bihîstiyar bû.
FESTÎVALA CEMÎL PAÞA
•
Festîvala Rêzgirtina Neteweyî bo Binemala Cemîl Paþa yê Diyarbekirî, li
Hewlêrê tê li dar xistin.
15-emîn Festîvala Gelawêjê lI SIlêmaniyê çê bû
•
Bi çavdêriya serokê hikûmeta
Kurdistanê Neçîrvan Barzanî û bi serpereþtiya Mela Beþtiyar li jêr
dirûþma" Serkeftina azadî, asûdeya mirovayetî ye" 15-emîn
Festîvala Gelawêjê di 20ê sermawezê de li Silêymaniyê hate li dar xistin.
‘Navenda Lêkolînên
Zanistî ya Stratejîk’
Li Baþûr, li Hewlêrê Navenda Lêkolînên Zanistî ya Stratejîk hate vekirin
(18’ê nîsanê). Bi vê navendê dikin ku zanîngeh û saziyên Baþûr bi hev re
xebatên zanistî bikin.
ÞAKIRO XIDO
Kurdolog Þakiro Xido çû ser heqiya xwe.
NEDÎM DAGDEVÎREN
Serokê Kitêbxaneya Kurdî ya
Stokholmê Nedîm Dagdevîren îro li Stokholmê wefat kir. Nedîm Dagdevîren di
damezrandin û rêvebirina kitêbxaneya kurdî de xwedî ked û xizmeteke berbiçav
bû.
KAREOGRAF
dansê yê fransýz-kurd Béjart mIr
Kareografê fransiz ê bi eslê xwe xwe kurd Maurice Bejart di 80 saliya xwe de
li Lozana Swisreyê jiyana xwe ji dest da (22’ê mijdarê ). Kurdên Fransayê bi
vê xeberê xemgîn bûn. Bejart navê xwe ji navçeya ‘Bijar’ li rojhilatê
Kurdistanê digire ku pîra wî li wir dijiya. Gelek bandora wî li ser
hunermendên kurd hebû, digel vê bi bandora terîqeteke kurd re wî eleqe
nîþanî misilmantî jî da. Lê eleqeye wî ya mezin li ser zerdeþti bû,
felsefeya zerdeþtî radixist ber çavan. Bejart ku li dinyayê dihat nasîn,
wekî bavê dansê dihat bi nav kirin.
(çavkanîya giþtî; arþîwa HAWAR DENGÛBAS /
amadekar; Serhad B.RÊNAS, Hesen
DILGEÞ)
© HAWAR DENGÛBAS 2007.
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku
destnîþana HAWAR DENGÛBAS hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media
Group
ya HAWAR DENGÛBAS e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor
|