2007'an de
jî têr nebe jî hin gavên girîng bo
teknolojî, zanist û kompîtergerîya bi zimanê Kurdî hatin avêtin.
•
Li gor lêkolîneke zaningeha Înonu ya Meletî di meha pêþî ya 2007'an de
fosîleke bi navê "Rudist" giyanwerê deryayê hate vedîtin.Hate dîyar kirin ku
Meletî di warê wan fosîlan de wek muzeyeke ye.
•
Projeya Mala Rojê ya ku Þaredariya Bajarê Mezin amade kiribû ji aliyê YE’yê
ve hate pejirandin. Tava Diyarbekirê ya ku mirov diqelîne, wê wergerînin
germahî û wizeya elektrîkê. Û ev wize ne wek bendavan xwezayê xera dike, ne
jî hewayê qirêj dike.
Bi berfirehbûna projeyê li herêma ku salê 3000 saetan tava rojê dibîne wê
mirov bi wizeya ku havînê ji rojê digirin hênik bibin û zivistanê jî dîsa bi
wizeya ku ji rojê digirin wê germ bibin.
•
8 xwendekarên endamê Parka Perwerdeyê ya Baxlarê ku girêdayî Weqfa Dilhezên
Perwedeyê ye û ji zarokên bê delfet re perwerdeya alîkarîyê tê dayîn di
çerçoveya "Projeya Lego Robot" de robotek çêkirin.
Di pêþpirgeke ku xwendekarên ji gelemperî Tirkîye beþdar bû bûn bi
zarokên Dîyarbekirî bi robotên xwe bûn yekemîn.Zarokên Amedî nîþan dan ku ger delfet bê dayîn zarokên kurd dikarin di her
warî de serkevin.
•
Qedexeyên dewleta Tirk ser înternetê 2007'an de jî dewam kir.Dewleta tirk yek ji
wan welatan ye ku înternet tê asteng kirin.Hedefa pêþîn ya dewleta Tirk
malperên Kurdan e.Heta niha ji layê dewleta Tirk gelek weþanên medyaya Kurdî
ya ser înternetê hatine qedexe kirin.Her wiha tê zanîn ku hin xwedîyên
malperên kurdî ku ser serverên tirkan de weþan kirine û hatine tespît kirin
ji layê dewleta Tirk ve hatine girtin.Li tirkîye ji xeynî dewletê grubên
faþîst yên Tirkan jî bênavber êrîþî weþanên Kurdan dikin.Lê êdî dewleta Tirk
nikare ser cîhana înternetê bi Kurdan re hêsanî têbikoþe.
•
Þîrketa Rawêjkariyê ya Price Water house Cooperê planekî 5 salî bo hikûmetê dariþtiye da ku hemû karûbarên
hikûmetê bixe ser tora înternetê.Þîrketeka cîhanî ji bo ku sîstemê karkirina hikûmeta Kurdistan ji rotîna
bûrokrasiyê rizgar bike û vê sîstemê ji nû ve rêk bixe,dê ji bo maweya 5
salan Projeya Hikûmeta Elektronîk ya Kurdistanê pêk bîne.
•
Bo
girîngî dayîna teknolojiya zanyarî ya hem demî di Kurdistanê de vi
merasîmeke taybet de, bi amadebûna Serokê Hikûmeta Kurdistanê Nêçîrvan
Barzanî û hêjmarek ji wezîr û serokê rêxistina KOYKA ya Koreyê ve li Hewlêrê
projeya Navenda Zanistî ya Rahînanên Teknolojîk IT hate hate destpêkirin.
•
Li cîhanê jî 2007'an de mijara herî girîng germbûna giloverî bû. Di paytexta Taylandê Bangkokê pisporên ku bo nirxandina têkoþîna bi guhirîna
demsalan hatibûn cem hev ser biryaran li hev kirin.Hate zanîn ku di rapora ku di rojên pêþ me de bê weþandin de hiþyariyên bo
welatên ku tedbîrên pêwîst nagrin cîh bigrin.Di raporê de tê diyar kirin ku bo pêþî lê girtina germbûna giloverî divê di
beradana gaza karbondÎoksîtê de di navbera %50 û %85 de kêm kirin pêwîste.
2007'an de gelek malperên nû yên Kurdî vebûn. Ser înternetê ji her perçeyên Kurdistan û Ewrûpa bi sedan malper
heye. Ji ber ku
înternet cihêkî azade,erzane û sînoran nasnake gelê Kurd jî bi hêsanî xwe
înternetê de gihandin astekê baþ.