|
Panorama Kurdistan 2007
REWÞA
SÎNEMA Û ÞANOYA KURDÎ
31
Berfanbar (Kanûn), weþandin:00:34:21 (GDK)
|


DOL filmeke derbarê
perçekirina Kurdistanê û çewisandina nasnameya kurdî ye û ew
herî bêtir bingeha nijadperest a sîstema kemalîsmê û tundiya
Tirkiyeyê li hemberî kurdan rexne dike.

5-emîn Festîvala
Fîlmên Kurdî ya Londonê hate pêk anîn
|
Sînemaya Kurdî di 2006'an de bi fîlm û pêþketinên
nû hineke din nêzî rabûna ser lingan bû 2007'an de li gor sala berê di warê
hejmara fîlman de qels derbas bû. Lê festîval 2007'an de jî berdewam bûn.
ROJNIVÎSKA
DÎNEKÎ
Lîstika
"Rojnivîska Dînekî" ya þanoya Avesta ku di sala 2003'an de hatibû avakirin
derket pêþberî þanohezan û di gelek bajaran de hate nîþan dan.
LI KURDISTANA
AZAD ÞANO
2007'an li Kurdistana azad li gor salên berê çalakiyên þanoyî zêdetir bûn.
Li baþûrê Kurdistanê salonên nû yên þanoyê hatin vekirin û çend panel û
konferans derbarê þanoya Kurdî de hatin li dar xistin.
FESTÎVALA
KURTEFÎLMÊN KURDÎ YA MALBORNÊ
Festîvala Kurtefîlmên Kurdî li bajarê Malbornê paytexta herêma Vîktorya li
Awistralyayê li gel cejna me ya neteweyî Cejna Newrozê dest pê kir. Di
festîvalê de çendîn kesayetî û nivîskar û hunermendên kurd û biyanî beþdar
bûn.
LI AMEDÊ FESTIVALA FILMÊN JINAN
Di 2ê nîsanê de 5. Festîvala fîlmê jinan a
Fîlmmor'ê ya seyar, li Amedê çêbû. Di çarçoveya festîvalê de ku
îsal bi mijara 'Namûs'ê hate lidarxistin, tevî fîlman, gotûbêj, dakumanter,
pêþengeh û xebatên atolyê jî têde cîh girtin.
Belgefîlma
‘Sozdar’
Annegriet Wietsma li ser siyasetmedareke kurd Nuriye Kesbir belgefîlmekî bi
navê “Sozdar” kiþand. Fîlm li Amstardama Hollandayê hate nîþandan (23’ê
mijdarê ). Nuriyê Kespîr ji bilî siyasetmedariya xwe wek jineke kurd bi
salan gerîlatî kiriye û li Holandayê di girtîgehê de demeke dirêj maye.
5-emîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê
5-emîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê ku ji roja 30-ê sermawezê ve
destpêkiri û a 6-ê berfanbarê dom kir, bi awayekî germ hate pêþwazîkirin. Di
festival de nêzî 80 fîlm dê hatin pêþkêþkirin.
Festîvala Fîlmên
Kurdî
Kurdî-Dera Enqereyê Festîvala Fîlmên Kurdî li dar xist (18 Gulan). Di vê
çarçoveyê de 10 fîlmên derhênerên kurd hatin nîþandan.
1.
Festîvala Fîlman a Kurd a Parîsê
1. Festîvala Fîlman a Kurd a Parîsê bi armanca fîlmên kurdî bi parîsiyan
bide naskirin, sibê dest pê kir. Di festîvalê de fîlmên derhênerên kurd û
yên derhênerên ji welatên curbecur ku li ser kurdan û Kurdistanê hatine
kiþandin dê hatin nîþandan. 1. Festîvala Fîlman a Kurd a Parîsê di navbera
24 û 30yê cotmehê de li Parîsa 5. Quartier Latinê li Filmothequeyê hate li
dar xistin.
LI
Hamburgê Festîvala Fîlmên Kurdî
Li bajarê Hamburga Almanyayê 1'emîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Hamburgê çê
bû. Festîvala ku dê di navbera 19-25'ê vê mehê de li dar bikeve, dê gelek
fîlmên kurdî hatin nîþandayîn.
Close up KurdIstan ket vîzyonê
Belgefîlmê derhêner Yuksel Yavuz ê bi navê ‘Close up Kurdistan’ ku li ser
jiyana xwe rewþa kurdan tîne ziman li Almanyayê ket vîzyonê (6’ê kanûnê).
Belgefîlm bi 20 kopyayan li bajarên wekî Berlîn, Koln, Frankfurtê.
FÎlmê kurdî „Dol“
bo gelek festîvalên navnetewî hate vexwendin
Filmê “Dol” ê derhênerê kurd Hiner Saleem (Hiner Selîm) ku ji 08-18.02 li
ser navê herêma Kurdistanê beþdarî festîvala navnetewî ya filman li Berlinê
– Berlinale – bûbû, hîn jî bi balkêþî ji hêla rexnegir û festîvalên
navnetewî yên sînemayê tê þopandin.Li gor agahdariyên þîrketa mîtosfilm a
elmanî ku hem Co-Produktion û hem jî belavkira Dol e li Elmanyayê, gelek
festîvalên navnetewî yên sînemayê Dol vexwendine ku di çarçeweya wan de jî
be nîþandan mîna: festîvala filman a Tribeca li USA, festîvala Aþad a
navnetewî ya sînema û muzîkê - Israîl, festîvala navnetewî ya filman li
Innsbruch –Austuriya, festîvala Karlovy Vary ya filman li komara Çîk,
festîvala Bangkok a filman, festîvala navnetewî ya sînemayê – Monterrey
(Meksîko), festîvala Montreal a filman – Kanada, 23. festîvala Heyfa ya
filman – Israîl, festîvala filman a mafê mirovan li Nürnberg – Elmanya,
festîvala London a filman, festîvala filman a mafê mirovan li Sîol – Korya
Baþûr, festîvala Pesaro Nuovo ya sînemayê – Îtalya, festîvala Tortheim a
filman – Norwêcê.DOL filmeke derbarê perçekirina Kurdistanê û çewisandina
nasnameya kurdî ye û ew herî bêtir bingeha nijadperest a sîstema kemalîsmê û
tundiya Tirkiyeyê li hemberî kurdan rexne dike. Ev rexnegirtin her ji dîmena
destpêkê ve ji temaþevanan re diyar dibe.
"NÎVÊ HEYVÊ" Û
"KUSÎ JÎ DIKARIN BIFIRIN"
Fîlmên derhênerê kurd Behmen Qubadî yê bi navê "Nîvê Heyvê" û
"Kusî jî dikarin bifirin" di gelek festîvalên navnetweyî xelatên girîng
vergirtin.Komeleya Rexnegirên Hunerê yên Þîlî ji bo fîlmê "Kûsî jî dikarin
bifirin" Xelata Fîlmê Herî Serketî da derhênerê kurd Behmen Qubadî.Komeleya
Rexnegirên Hunerê yên Þîlî di sala 1955'an de li paytexta Þîlî Santiagoyê
hatiye avakirin û her sal di warê sînema, wêje, þano û televîzyonê de
xelatan da.Komeleyê di nav fîlmên 2006'an de Xelata Fîlmê Herî Serketî ji bo
"Kûsî jî dikarin bifirin" guncav.Tevî vê xelatê bû 37 xelat ku "Kûsî ji
dikarin bifirin" girt.
SALONÊN SÎNEMAYÊ
LU KURDISTANA AZAD
Þîretkarê hunerî yê serokê hukûmeta Kurdistanê Helkewt Zahir di bêjedanekê
de ragihand, ku dê di van çend rojên bihên de hîmê bingehînê projeyê
sînemaya Oskar li bajêrê Duhokê bihê danîn.
(çavkanîya giþtî; arþîwa HAWAR DENGÛBAS /
amadekar; Serhad B.RÊNAS, Hesen
DILGEÞ)
© HAWAR DENGÛBAS 2007.
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku
destnîþana HAWAR DENGÛBAS hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media
Group
ya HAWAR DENGÛBAS e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

|