|
Panorama Kurdistan 2007
REWÞA MÛZÎKA KURDÎ
30
Berfanbar (Kanûn), weþandin:14:26:01 (GDK)
2007 an de jî bi dehan albûmên nû tevlî
arþîwa mûzîka Kurdî bûn.. 2006'an 2005
bo mûzîka Kurdî hinek baþtir bû. 2007'an de jî di warê hejmarên albûman de
nebe jî di warê qelîteya naverokên albûmen de pêþketineke berbiçav hebû.
Çend pêþketinên girîng û hin
albûmên Kurdî ku 2007'an de derketine ewin;
KOROYA ZAROKAN YA AMEDÊ
•
Konsera
Koroya Zarokan a yekemîn ya Þaredariya Bajarê Mezin ku ji nû de ava bûbû pir
hat ecibandin. Ji bo zarokên ku bi Kurdî bi zaravayên Kurmancî û Dimilî û bi
Tirkî strîn li ser lingan li çepika xistin.
Koroya zarokan ya ku xebatên xwe di çarçoveya Gerînendehiya Çandê ya Þaredariya
Bajarê Mezin de ji sala 1999’ê didomîne piþtî demeke dirêj ji nû de bi awayekî
hêzdar û bi tecrûbe derketin ser dikê.
ÇAR
NEWA "ZÎZ"
Albûma dawîn ya koma Çar Newa binavê
"Zîz" bi qasê mehek berê derket. Çar Newa ku piþtî veqetina Serhed
û Suleyman ji koma Amedê hate damezirandin û piþtî albûmên "Sî" û "Mak" niha
jî bi "Zîz" derket hezkirîyên xwe.
Albûm ji wan 12 stranan pêk
tê;"De bê", "Þimik Reþ", "Taxa Jêrê", "Zarokatî", "Çîmenê", "Þevek Tarî",
"Zeynebê", "Cade Çol", "Hemamê", "Hawar", "Hey lolo Delal", "Almast".
Serhado yekem
albûma hIphopê ya bakûrê KurdIstanê DERXIST
Albûma Serhado ya bi navê "Xewna
Jiyan" li bakûrê Kurdistanê derket bazarê.Di albûmê de 12 stran cîh
digrin.Bi hunermendên wek Xêro Abbas,hesen Þerif,Xelya,Beyto Can,Dilava û
Sîdar duetên balkêþ hatine çêkirin.Album li gor konsepta hiphipê bi avayekî
serkeftî hatiye amade kirin.Ji bineesazîya ensturmanan heta berga albûmê
xebateke serkeftî derketîye holê.
Abbas Ahmed bI
albûma xwe dawîn a "BI Tenê" pêþketIna xwe îspat kIr
Hunermendê bi navûdeng a mûzîka
folk-rock a Kurdî abbas Ahmed bi albûmeke cihêreng û serkeftî vegeriya. Albûma dawîn ya Abbas Ahmed bi
navê "Bi Tenê" li bakûrê Kurdistanê jî derket bazarê."Bi Tenê" albûma 5'emîn
yê Abbas Ahmed e. "Bi Tenê" ji 11 stranan pêk tê.Di
albûmê de straneke xirab nîne.Abbas Ahmed di albûmên xwe yên pêþîn de bi
taybetî bi þêwaza xwe di albûma "Deynek (1997) de bi texlît bûna Ciwan Haco
dihate tawanbar kirin.
LI BAKUR MEHA GULANÊ DI mûzîka kurdî de meheke bI bereket BÛ
Meha gulanê bo bazara mûzîka Kurdî
a li bakûrê Kurdistanê mehekî bi bereket bû.Li ser hev ji þêwazên cûda xwedî
kalîteyên bilind gelek albûmên nû tevlî arþîva mûzîka Kurdî bûn.Albûmên wek
li bakûrê Kurdistanê wê bigehêje destê guhdarên mûzîka Kurdî.Hunermend Yekbûn bi berhemeke nû “Kejê” derket pêþberî hezkiriyên
xwe.wiha ji Brûsk "Ez Kîme?"
, ji Muharrem Aslan "Gûlê Nîsanê" , ji Serdar "Wurze", albûma
hunermend Cejno ,albûma Sîpan,ji Hesen Þerîf "Av û Av" ,albûma
berhevkirî "Emê Bêjin", albûma dawîn a Derwêþê Serhedî ,6-7 albûmên
herêmî-gowendî û çend albûmên din jî di dawiya meha Gulanê de li bakûrê
Kurdistanê gihêþt destê guhdarên mûzîka Kurdî.
Guhdarvanên mûzîka Kurdî dikarin ji þêwza pop-rock heta mûzîka
gelêrî-dengbêjî daxwazîyên albûmeke cûda ji nav wan albûmên nû peyda bikin. Her wiha li Kurdistana azad jî
albûma Leila Feriqî bazara mûzîka kurdî ya Kurdistana azad zindî kir.
JI Xêro Abbas
albûma 4'em "Barana Þevê"
Albûma dawîn ya Xêro Abbas bi navê
"Barana Þevê" li bakûrê Kurdistanê û li Ewrûpa derket bazarê."Barana Þevê"
albûma 4'emîn yê Xêro Abbas e. Di albûma "Barana Þevê" ji 11 stranan pêk
tê.Stranên di albûmê de ewin; 1.Barana þevê, 2.Hêvî Evîn, 3.Bûkê, 4.Marþa
Evînê, 5.Welat, 6.Dil Bide Min, 7.Narê, 8.Zor e, 9.Bûrî Bûrî, 10.Kezîzerê,
11.Tu
DÎWANÊN
DENGBÊJAN
Bi piþtgiriya fona Yekîtiya Ewropayê, Þaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi
hevkariya Navenda Çanda Dîcle û Firatê “Projeya Dengbêj û Çanda Dengbêjiyê”
li dar xist. Di çarçoveya vê projeyê de pêþî li Amedê (8’ê îlonê) û dûre jî
li Stenbolê (15’ê îlonê) Dîwana Dengbêjan hate sazkirin. Di dîwanê de
dengbêjan klamên xwe pêþkêþî klamhezan kirin. Di vê çarçoveyê de CD’yeke
dengbêjan ku hatibûn tomarikirin bêpere hate belavkirin, Antolojiya
Dengbêjan jî hate amadekirin.
MEHA TEBAXÊ
Bazara muzîka Kurdî bI çend albumên nû þen bû
Li Ewrûpa û bakurê Kurdistanê
albumên nû yên Zinar Sozdar bi navê "Hesreta Welat" , albuma bi navê
"Gidîyano" hunermend Þarik Apo û albuma "Awazên Çiya" çend albumên nû ne ku
derketin e.Her wiha li Kurdistana azad jî albuma nû ya hunermnadê navdar
Necmeddîn Xulamî bi navê "Sirûd" û çend albumên din yên nû kete deste
guhdarvanan.
Dîno vê carê jî bI
"Namûs" ê wê bû dengê dIlên we
Hunermendê kurd Dîno bi albûma xwe ya sisêyan ji stranguhdaran re got;
‘merheba!’. Albûma bi navê “ Namûs “ ji yanzdeh stranan pêk tê û ji hêla Mir
Muzîkê ve hate derxistin. Bi albuma “ Lê dayê’ denge xwe da naskirin û
albuma bi navê ‘Çû’ berdewam kir. Di albumê de stranên bi navê Gulê delalê,
Qêrina Amedê, Çavên payizin, Heviya min Nemîne, Dereng neyê, Nesrîn, Namûs,
Kulmek Azadi, Oy Yarê, Zû Were, Min Bihist Dayê cih digirin.
Berhema Alîn ya bi
navê "MIn bihîstî“ derket
Hunermend Alîn bi berhema xwe ya nû ya bi navê ´Min bihîstî´ tevlî cîhana
hunera kurdî bû. Albuma ku bi hevkariya Mîr Muzîk û Kom Muzîkê derket ji 11
stranan pêk tê û aranjortiya wê Mehmet Gul kiriye. Digel straneka bi zimanê
suryanî û straneka ku hunermend Aram Tîgran bi taybetî ji bo Alîn
afirandiye, giraniya albumê ji stranên gelerî pêk tên.
Stranên bIjare yên Ayþe Þanê dI albûmekê de hatIn komkIrIn
Di albûma Eyþe Þan a ku ji aliyê Kom Muzîkê ve hatiye amadekirin û çapkirin
de, stranên gelêrî “Bavê Seyro”, “Kirasê te meles e”, “Bêrîvana Malxerab”,
“Mamo”, “Saliho Kurmam”, “Zerî Heyran”, “Were keçê nav zebeþan”, “Lawikê
Metînî”, “Xezal Xezal”, “Ay Dil”, “Hawar Bavo” û yên wê bi xwe “Heywax
Dayê”, “Esmerê were/ Neyleyim” (kurdî-tirkî) û “Sallana sallana”
(kurdî-tirkî) hene.
Kes le îþq... Yekem vîdeo klîpî hunermend xatû Baxan û Albumî nû
Kes le îþq tirakî yekeme le elbumî valantayn ke bem zûane dekewête bazarî
goranî kurdiyewe. em klîpe pênaseyekî aþqaneye be pirsiyarêk " kes le îþq
dlî eþkê ?" .. Em goraniye le mîlodî hunermend helkewt zahîre u le honrawey
heme se'îd îbirahîm u dabeþkirdinî hunermend hêmn husên e.
Albûma pop rocka kurdî: Berfîn
Rauf Keleþ bi albûma xwe ya solo “Berfin” navê di nava cîhana muzîka kurdî
de nivîsand. Albûma Keleþ di Aydin Muzîkê de derket piyaseyê. Di albûma
“Berfîn” de bi tevahî 9 berhem hene.
Ji Batmanê Albûmek pop-rockê 'Ez Kî Me'
Muzîsyenê êlihî yê bi navê Brûsk ku xebatên xwe bi þêwaza pop-rock di bin
navê 'Ez Kî Me' de kir albûmek û tevahiya xebatên studyoyê yên albûmê li
Êlihê pêk anî. Brûsk, bi hin enstrumanan û bi taybetî jî bi þêwaza
þîrovekirina stranan, bi sewta xwe ya klasîk a wek muzîsyenên kurd, balê
dikþîne.
Albûmên nû yên Xanemîr ‘Mîravan Im’, a Zozanê ‘Memedo’ û ya Canê ‘Vegere’
Kom Muzîkê 3 albumên nû pêþkêþî piyaseya muzîka kurdî kirin. Albuma Xanemîr
‘Mîravan im’, a Zozanê ‘Memedo’ û ya Canê ‘Vegere’ derketin pêþberî
muzîkhezan.
TazetIrîn albûmî hunermend Dilxaz Behlewî kewte bazarewe
Tazetirîn berhemî stiranbêjî lawî kurd dlxaz behlewî kewte bazarewe
JI Hesen Þerîf newayek nû "Av û Av"
Albuma Hunermend Hesen Þerîf a bi navê ‘Ey Av û Av’ ku ji helbesta Feqiyê
Teyran hatiye girtin, ji hêla Kom Mûzîkê ve hate derxistin. Heman albûm li
Herêma Kurdistana Federal jî ji hêla Kompanya Nûdem/Korek Mûzîkê ve jî hate
derxistin.
Hozan Derwêþ bi navê “Ji Dil” albumek derxist
Hozan Derwêþ, piþtî bêdengiyekê albumek bi navê “Ji Dil” derxist.Ev album ji
8 stranan pêk tê.
JI LeYla Feriqî "Giwêm Lê GrIn"
Hunermanda navdar Leila Feriqî albûma xwe ya dawîn bi navê "Giwem Lê Girîn"
derxist.
REBIWAR MARUF
Nameyekî Payzî , albumî nuwey hunermend Rêbiwar Meruf bilawkirayewe..
JI Besê Aslan 'Xema Çel Meqamî'
Berhevkara xebatên çandî yên devkî Besê Aslan xebata xwe ya çar salan di
kitêb-cd’yekê de civand ser hev. Xebata ku ji stran-kilamên kurdî yên
Elbistan-Meraþê pêk hatiye, ji hêla ‘Guvercîn Muzîk’ê ve bi navê ‘Xema Çel
Meqamî’ (Kirk Makamlik Efkar)derkete piyaseyê.
JI Zekerya "Gencê Pîr"
Hûnermendê bi navûdeng piþtî du salan bi albûma xwe ya bi navê 'Gencî Pîr'
derket pêþperî hezkirîyên xwe.
Dezz Denîz YEKEM CAR JINEKE KURD ALBÛMEKE HIP-HOP DERXIST
Dezz Denîz albûma xwe ya hîp-hopê ya yekemîn derxist. Dezz Denîz ku bi
zaravayê kurmancî, soranî û zazakî muzîka rapê çêdike, bawer dike ku ji 7
salî heta 70 salî dê eleqeyê nîþanî albûma wê bidin. Denîz, tarzê xwe wekî
gihîþtina siyaset û hunerê bi nav dike û dixwaze senteza rojava û rojhilatê
bike.
ÇAVREÞA MIN
Albuma Murat kuçukavci ya bi navê “Çavreþa Min” ji hêla Kom Muzîkê ve derket
piyasê.
Îbrahîm RojhIlat ‘JI te dûr bûm’
Îbrahîm Rojhilat, piþtî albûma xwe ya solo “Bengî” niha bi albûma “Ji te dûr
bûm” derdikeve pêþberî guhdarên xwe. Di albûma Îbrahîm Rojhilat de bi giranî
stranên kurdî yên gelêrî cih girtine. Albûma “Ji te dûr bûm” bi xebateke
hevpar a Kom Muzîk û Mîr Muzîkê derdikeve û derhêneriya wê Engîn Aslan û
Îbrahîm Rojhilat bi hev re kirine.
Armanc ‘Þop’
Armanc piþtî albûmên “Herin Welat” (1992), “Dîsa” (2002), “Sînem” (2004) vê
carê bi albûma “Þop” ku xebateke hevpar a Kom Muzîk û Mîr Muzîkê derdikeve
pêþberî muzîkperweran.
Þîlana Karêrî ‘Vayê PayIzÎ’
Albûmeke din ku ji nav Mîr Muzîkê derdikeve, albûma Þîlana Karêrî “Vayê
Payîzî” ye. Albûm ji stranên bi zaravayê zazakî pêk tên.
SIlbûs û Tarî ‘Diyalog’
Koma Silbûs û Tarî bi albûma xwe ya “Diyalog” derdikevin pêþberî
muzîkperweran. Albûma ku ji Mîr Muzîk Produksiyonê derdikeve, li kêleka
zaravayê kurmancî û zazakî stranên bi tirkî û îngilîzî hene. Di albûmê de
tevî strana ku ji Ugur Kaymaz ve hatiye gotin bi tevahî 12 stran hene.
ALBÛMÊN DIN
Her wiha albûmên wek Albûma Bekirê Dengbêj, Koma Dîcle albûma klasîkên kurdî
, Serdar 'Wurze' , Emê Bêjin , Lorîn Berzencî "Beriya te dikim"
, Derwêþ "Ji dil", Zewan "Xerîbîm", Dol (Muzika Fîlmê) ,
Hîvron, Atîlla&Îbo "Du dest", Muharrem Aslan "Gûlê Nîsanê"
,Þêrko Talîb, "Were Hawrend" , Destan "Yek Yek", Rêbiwar Meruf
"Nameyek Payzî", Abdulqehar Zaxoyî "Ez çi bikim", Ayad Hussain
"Name", Eyup Elî "Mal Avahî" , Çopy "Nawit Denem" ,
Mihemed Can "Rojek Dê Bê" , Onder Dilbirîn ‘Zarokên Rojê',
Hêjar Temo û bi dehan albûmên nû yên Kurdî li bakûrê
Kurdistanê, bi taybet bi dehan albûmên nû ji Kurdistana azad û her wiha li Ewrûpa û ji perçeyên din tevlî arþîva mûzîka
Kurdî bûn
© HAWAR DENGÛBAS 2007.
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku
destnîþana HAWAR DENGÛBAS hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media
Group
ya HAWAR DENGÛBAS e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû Naveroka Beþa Kurdistan
|