|
Panorama Kurdistan 2007
PÊÞVEÇÛNÊN GIÞTÎ-HEVBEÞ Û POLÎTÎK LI KURDISTANÊ
31
Berfanbar (Kanûn), weþandin:00:34:21 (GDK)
RÊBENDAN 2007;
|

Piþtî barîna berfê li
Amedê pileya sermayê ya bi 23'yan a bin sifrê jiyan felc bû
|
•
Piþtî barîna berfê li Amedê pileya sermayê ya bi 23'yan a bin sifrê
jiyan felc bû û li Kurdistanê ji
ber sermayên neditî jiyan sekinî.Metorolojiya Amedê da zanîn ku
78 sal in sermaneyeke wisa li Amedê pêk nehatiye.
•
Li du taxên Diyarbekirê li ser 15 hezar û 585 kesan ji bo ‘nexþeya
xizaniyê’vekolîna civakî-aborî pêk hat, lê nexþeyeke ku ji xizaniyê jî
xerabtir e derketiye holê.
•
Dewleta Tirk ecizîya xwe hember
zimanê Kurdî vê carê jî bo þaredarîya Sûrê û Parka E.Xanî nîþan
da.Þaredariya Bazîdê ya DTP'î, di sala 2006'an de li navenda navçeyê parqek
çêkir û bi biryara Meclîsa Þaredariyê navê Ehmedê Xanî da parqê. Qeymeqemtî
ji ber ku nav Kurdî ye doz vekir û park hate kirtin.
•
Amadekariyên êrîþa kirina Tirkiye ser Kurdistana azad ji nû ve hat rojevê.
•
Koordînatorê Emerîkayê yê tekoþîna
li dijî PKKê Joseph Ralson, piþtî hevdîtina bi rayedarên dewleta Tirk re, bi
çar parlementeran ku Parlementerê CHP yê bajarê Çolemêrgê Esat Canan jî di
nav wan de bû, xwarinek xwarin û di nav wan de li ser pêvajoyê guftugo hat
kirin. Esat Canan, di vê hevdîtinê de piþtgiriya Baþûrê Kurdistanê kir û
diyarkir ku þehîdên Kurdan jî hene.
•
Hêzên Îranê li bajarê Merîwanê li taxên derdora
“Korsînal”ê dest avêtin komkirina dezgehên satalaytan yên xelk û dest biser
zêdetir ji satalaytan girtin.
• Dewleta Tirk sewqîyate xwe
ya leþkerî ji bajarê Þirnexê nêzîkî 60 wesayitên eskerî, ji Silopîyê derbas
bûn û çûn li nêzî Xabûrê li herêmên gundê Kapilî û Çaliþkanê bicîh bûn. Her
wiha arteþa Tirk dîsa gundên Kurdistana azad bombebaran kir.
•
Hevserokê Giþtî yê DTP'ê Ahmet Turk helwesta hikûmetê û ya Serokwezîr Recep
Tayîp Erdogan a der barê Kerkukê de rexne kir û wiha axivî: "Kerkûk,
bajarekî kurd e. Parçeyekî erdnîgariya kurda ye."
•
Serokê
CHP'ê Denîz Baykal piþtgirî da hukûmetê ji bo operasyoneke eskerî li hemberî
Baþûrê Kurdistanê lidar bixe.
Baykal da xuyakirin, ku ewê daxwazên xwe yên hevdîtina giþtî ya li ser vê
mijarê, pêþkêþî Meclîsê bike.
•
Konferansa Aþtiyê ya ku ji hêla
rewþenbîran ve li Enqereyê hate lidarxistin, bi beþdarbûna nivîskarê navdar
Yaþar Kemal pêk hat.Yaþar Kemal, di axaftina xwe de got ku "hûn çi dikin
bikin bi rûmeta mirovekî û bi rûmeta gelekî nelîzin" û wiha dirêjî da
axaftina xwe: "Halbûkî kesên ku Tirkiyeyê bi rê ve dibin, her tiþtî anî serê
gelan û mirovan. Dibêjin ‘ji xeynî tirkan dostê tirkan tune ye’ Na, ne wisa
ye. Ji xeynî tirkan, dostên tirkan hene. Kurd ji Melazgirê heta þerê
rizgariyê (þerê îstîklalê) dostê tirkan ne."
•
Di sempozyûma bi navê 'Kurd Çi Dixwazin' de ku ji aliyê Weqfa Lêkolîn û
Çanda Kurd (Kurd Kav) ve hate lidarxistin, daxwaza perwerdehiya bi zimanê
zikmakî hate kirin û hate gotin ku divê saziyên kurdan têkoþîna zimanê xwe
bi israr bikin.
SIBAT
2007;
|

Arteþa Tirk her aliyê bakurê Kurdistanê bi leþker û tanq û çekan
tije kir |
•
MHP li Amedê xebatên xwe yên bo
xapandina Kurdan zêdetir dike. MHP heta berîya 10 salan nikarî bûn ku li
Amedê þaxeke partîyên xwe vekin.Gele Amedê destûrê nedida ku MHP li Amedê
bihêz be.Lê niha MHP li Amedê polîtîkayên xwe yên ser esasê tune kirina
hebûna Kurdan bi eþkereyî dimeþîne.
• Serokê Partiya Civaka Demokratîk yê
Þaxê Amedê Hilmi Aydogdu ku di daxûyanîke xwe de dîyar kiribû ku "êriþek li
dijî Kerkûkê were bikaranîn, li ba dilê me wek eriþekî li dijî Amedê hatibe
bikaranîn e" û ji alîyê hêzên dewleta Tirk ve hate girtin.
•
Li bakûrê Kurdistanê 22
sibatê li a bajarê Elezîzê erhêjek bi pileya 5.9 çêbû û di 7 bajarên bakûrê
Kurdistanê hêjîya.Erhêja ku li Amed, Elezîz, Meletî,Çewlik, Batman,
Semsûr,Enteb, Dêrsim û Mûþê jî hate hîskirin, li navçeya Sivrîce ya Elezîzê
pêk hatiye.
• Li
Navçeya Geverê ya Colemêrgê, komeke ku dixwest bûyera birîndarkirina kurê
Serokê Rêxistina DTP'ê ya Navçeyê Þahabettîn Tamur Ozger Tamur a ji aliyê
cerdevanek berê ve, þermezar bike, rastî mudaxeleya polîsan hat.
• Kenan Evren pêþengê
darbeya 12 îlona 1980'an ku bû bû sedema kuþtin,sirgun kirin,êþkence kirina
bi sedhezaran Kurd bi daxûyanîyên xwe yên dawîn matmayî hîþt. Kenan Evren
got:"Me fikr kir ku parêzgariya navçeyê bibe eyelet.Dibe ku di demên ayînde
de Tirkiye bibe sîstemeke eyaletî."Her weha Evren got:"Dibêjin kurd
serbixwetiya xwe îlan dikin.Nexêr ..Ger mafên yêkheviyê bê dayîn çima cihe
bibin."
• Konseya Ewrûpayê dosyeya
ji nû ve darizandina Ocalan bi temamî girt.
• Serok wezîrê hikumeta tirk
û serokê AKP Recep Teyyîp Ergogan jî dev ji tehdîtên xwe ser kurdistana azad
berda û behsa dîyalogê kir.Di alîyekî din de jî serfermandarê arteþa Tirk di
axaftineke xwe ya di serdana xwe ya li DYE de bi tundî û veþartî tehdîtan li
Kurdan kir û dîyaloga bi Kurdan red kir.
• Polîsên Frensayê ser gelek
dezgehên Kurdan yên PKKyî avêtin û gelek kes hatin binçav kirin.Her wiha li
Belçîka û elmanyayê jî operasyonên heman rengî hatin pêk anîn.Li dijî
helwesta Ewrûpayê ji gelek derdorên Kurdan nerazîbûn hatin nîþandan.
• Filma "Kurtlar Vadîsî" ku
dijminkarîya Kurdan dikir li ser nerazîbûnan hate qedexe kirin.
• Artêþa Tirk yê 28ê Sibatê
de li bakurê Kurdistanê li dijî endamên PKKê dest bi operasyonan kirin.
• PDK-Bakur di roja
25.02.07an de li Almanya li bajarê Duisburgê ji bo bîranîna þehîdên
Kurdistan û yên PDK-Bakur civînek lidarxist. Gelek þaxsiyet û saziyên kurd
beþdarê civînê bûn.
•
Þewba Çûkan ku sala bû bû mirina 4 Kurdan
îsal dîsa li Batmanê derket holê.Li Batmanê ji ber vîrusa þewba çûkan (H5N1)
nêzî 70 heywanên bi bask telef bûn.Ser vê yekê tedbîrên awarte hatin
vergirtin.
ADAR 2007;
|


Newroza 2007 li
Kurdistanê û Cîhanê bi coþeke mezin hate pîroz kirin.
|
•
3ê adarê merasîma bibîranîna
Rêberê Bizava Gelê Kurd Mele Mistefa Barzanî, ku ji aliyê çend Komeleyên
Kurdî ve li Amedê hatibû amadekirin, ji aliyê Parêzgarê Amedê ve hat
qedexekirin. Amadekarên vê merasîmê, bi daxuyaniyek hevbeþ biryara
qedexekirinê þermezar kirin. Di encama daxuyaniyê de polês êrîþ bir ser
girseya beþdaran û komek ciwan girtin binçav.
• Li Kurdistanê û Cîhanê bi
panel,meþ û çalakîyan roja jinan hate pîroz kirin.
• Hovîtiya hêzên dewleta
Tirk ya li dijî Kurdan ji aliyê dadgeha bilind ya tirk ve jî hate
pejirandin.Hêzên dewletê sala 1996an li girtîgeha Amadê komkujî pêk anîbûn û
ji ber vê komkujiyê 62 wezîfedarên dewletê bi 5 sal cezayê girtîgehê hatibûn
cezakirin. Lê Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind ev ceza hindik dît, bûyer
weke "hovîtî û barbartî" binav kir û xwest ev kes bi cezayê muebetê bên
cezakirin.
•
Yekemîn Kongreya Awarte a
DTP'ê, li Navenda Çanda Kocatepeyê, bi stranên kurdî û ermenkî dest pê kir.
Ji bo kongreyê mêvanên xerîb nehatin gazîkirin. Kongre, weke civîneke
navxweyî derbas bû.
•
Li bakûrê Kurdistanê bajarê
Bîngolê di 7ê adarê de bi þîdeta 4.8 erhêjek çêbû. Erhêj di bajarên cîran de
jî hate hîs kirin.
• Serokê partîya ANAPê ku di
civîna xwe ya partîya xwe de li dijî serokê Kurdistana azad Mesûd barzanî
gotibû "kûçik" nerazîbûnên Kurdan bilind bû. Piþtî heqeretên Mumcu Kurd bi
dengekî mezin Mumcuyê þermezar kirin.Gelek sazî,rexistin, komele,kesayetî û
dezgehên Kurdan bi tundî vê bêehleqîya Mumcu û partîya wî ANAPê bi avahî
tund þermezar û hiþyar kirin.
• Hewlên rejîmê Îranê "cahþ"
kirina ciwanên kurd li rojhilata Kurdistanê dewam kir û di vê derheqê de
propagendeyeke berfireh li herêmên Selmas, Þipîran, Soma û Biradost, Enzel,
Kinarberoj, Tirgewer û Mirgewerê de, dest pê kiriye.
•
NEWROZ 2007:
Kurd cejna Neteweyî Newrozê 2007’an de li gor 2006’an pêþketinên û
deskeftîyên zêdetir pêþvazî kirin.Li bakûrê Kurdistanê li gel hemû
zordestîya dewleta Tirk Kurdistanî bi coþeke mezin cejna neteweyî ya Kurdan
Newrozê pîroz kirin.Li Kurdistana azad di bin azadîyê Kurd li kolan û qadan
Newrozê pîroz kirin. Gelê Kurd di li çar alîyên Kurdistanê û Cîhanê pîrozî
cejna neteweyîya neteweya Kurd Newroz ê kirin.Wekî her sal 2007'an de jî
Diyarbekîr bû navenda Newrozê.Li Dîyarbekîrê li gel ku pîrozbahîya navendî
dîsa ji layê DTP ve hatibû organîze kirin cara yekem pîrozbahîyeke din jî ji
alîyê Ciwan-Kurd ve hate li dar xistin.Wek zanîn serladana HAK-PARê bo
pîrozkirina cejna Newrozê li Amedê ji layê dewleta Tirk ve hatibû red
kirin.Îsal jî li bakûrê Kurdistanê ji ber ku ahengên Newrozê ji alîyê DTP ve
hatibû organîze kirin beyî Ala Kurdistanê û daxwazên neteweyî bi dawî bû. Li
þûna daxwazên neteweyî tenê daxwazên bo ocalana derketin pêþ.
Lê dîsa jî pîrozbahîyên
Newrozê bo berjewendîyên tê bikarbînin jî gel bipiranî bo tevlî bûna coþa
Newrozê tevlî pîrozbahîyan bûn.Di pîrozbahiyên ewrozê ku îro li gelek
bajarên Tirkiyeyê pêk hatin û bi sedhezaran kes beþdar dûn de herî kêm 343
kes hatin binçavkirin.Li Kurdistana Azad bi hêvîyên xurt pêþketin û
serxwebûnê gelê Kurd bi azadî Newroza 2007’an pîroz kirin û seranserî
Kurdistana Azad bi Alên Kurdistanê xemilandin.
NÎSAN(AVRÊL)
2007;
• Arteþa Tirk piþtî
pêkhatina tûra yekemîn a hilbijartina Serokkomarîyê bi daxûyanîyekî tûj û
dijwar li himberî hikûmeta Erdoganê gefan xwar.Serfermandariya arteþa Tirk
þevê de, di malpera xwe ya înternetê de li himberî hikûmeta Erdogan
"tehdîtnameyek" weþand û hikûmeta Erdogan tehdît kir.Di daxûyaniyê de hate
gotin ku artêþ di prensiba “laîkitiyê” de teref e û wexta pêwîst be wê
midexeleyeke fiîlî jî mimkun be.
•
Barana dijwar a li navçeya Rihayê Serêkaniyê, gelek mal di bin avê de
hiþtin. Baran, li Baþûrrojavayê Kurdistanê jî bi bandore, hin tax û malên
prefabrîk jî di bin avê de man.
•
14 nîsanê li bajarê bakûrê
Kurdistanê Amedê bi pileya 4,3 erhêjek çêbû.Erdhêj li navçeya Diyarbekîr
Çunguþê pêk hat û tu zirarê madî û canî pêk nehat.
•
Kampanyaya "Em dixwazin bizanin,ka
tirbên kalkên me li ku ne!" despêkir.
•
Kemalîstên û Tirkperestên þoven vê
li Enqere, Îzmîr, Stenbolê û çend bajarên Tirkan de hatin cem hev û
piþtgirîya arteþa Tirk kirin Di mîtîngê de piþtgiriya hiþyarnameya
serokatiya fermandariya giþtî ya artêþa Tirk hat kirin û sloganên weke 'Em
hemû Kemalîst in, em hemû Tirkin' hatin qêrîn.
•
Li navçeyên Þirnexê Cizîrê û Silopî ji ber barana zêde lehî rabûn,2 jin
mirin, 700 xanî û 270 kargeh di bin avê de man..
• 9ê
nîsanê li bakurê Kurdistanê li Çewligê di navberê endamên PKKê û hêzên Turkîye yê
de pevçûnek derket û di encam de 4 leþkerên Tirk mirin.
• 25ê
nîsanê hîmdarê DDKOyê Nusret Kilinçaslan
ji ber nexweþiya piþikê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Nusret, li gundê
Dêrika Smaîl Axayê Xelecî yê navçeya Qoserê ya bajarê Mêrdînê bi merasîmek
hat binaxkirin.
•
Skandaleke din a serhekîmê nexweþxaneya Amedê Fetîn Ruþtu Yildiz derket
holê.Derket holê ku di nava nexweþxaneya dewletê ya Diyarbekîrê de çeteyeke
ku bi pereyê rapora heyetê didin nexweþan heye.
• Li
Kurdistanê, li biharê, jî berf û baranê jiyan qerimand.Ji ber barîna berfê
riyên 45 gundên bi ser Wanê ne qût bû. Gundûn ku riya wan qût bûne wiha ne:
gundên bi ser navenda Wanê 6, Erdîþê 13, Çaldiranê 3, Muradiye 10, Payizava
4, Elbaxê 4, Þaxê 2, Serayê 2 û Miksê jî 2 riyan wan qût bû.
•
Daniþîna dawîn ya kuþtina Ugur Kaymaz û bavê wî Ahmet Kaymaz ku li Qoserê li
ber mala xwe ji aliyê polisan ve hatibûn kuþtin, kujerên Ugurê biçuk serbest
hatin berdan. Ugur Kaymazê 12 salî û bavê xwe Ahmet Kaymaz ku di 21'ê
sermaweza sala 2004'an de li ber mala xwe ji hêla hêzên dewleta Tirk ve
hatibûn kuþtin.
|

Berpirsyarên þerê li
Kurdistanê di cenazeyên serbazên tirk de digriyan
|
GULAN 2007;
• 2ê
gulanê AKP biryara hilbijratinê vergirt û tê payîn ku hilbijartin di meha
Tîrmehê(temmuz)ê de pêk were.Her wiha AKP biryar da ku serkomarê jî ji alîyê
gel ve bê hilbijartin.
• Partî
û Aliyên Siyasiya Kurd û Kurdistanî Bo Raya Giþtî ya Cihanê bangawaziyeke
belav kirin.Bangawaziyê de hate gotin ku;" Em partî û aliyên siyasiyên Kurd
û Kurdistanî, ji Dewleta Yekbûyî ya Amerîka (DYA), ji Yekitiya Ewropa (YE) û
dewletên endam, ji hevpeymana NATO, ji dezgeyên mafên mirov û humanist yên
navnetewî dixwazin, ku pêþiya tedaxula dewleta Tirk û dewletên din yên ciran
di karê navxweyiya Iraqe da bigrin, nehelîn êriþa Kurdistanê Baþûr bikin."
• Wekî
ku dihat texmîn kirin piþtî teqîna li paytexta dewleta Tirk a li Enqereyê ku
7 kesan jiyana xwe ji dest da, ji 100'î zêdetir kes jî birîndar bûn li dijî
Kurdistana azad tehdîtên dewleta Tirk dîsa zêde bû.Li medya û raya giþtÎ ya
Tirk de bênavber êrîþkirina ser axa Kurdistana azad tê nîqaþ kirin. Di 4-5
salên dawî de dijberên kurdan ku dixwazin pêþketina li Kurdistana azad xera
bikin bi heman senaroyê bi hincêta PKK êrîþ kirin heta dagirkirina axa
Kurdistana azad tînin rojevê û ji bo rewa nîþndana vê daxwazê jî bi lîstên
curbicur hewl tê dayîn. Niqaþên Êrîþa ser Kurdistana azad di Gulanê de
gelekî gur bû.
•
Hevseroka Partîya Civaka Demokratîk (DTP) Aysel Tugluk, di nivîsek xwe ya
rojnameya Radîkal de rûyê xwe yê veþartî û niyeta xwe ya eslî derdixe holê û
ji Kurdan daxwaz dike ku Komara Tirkiyê wek welatek dagirker bi nav nekin.
Tugluk, herweha doza parastina sînorê Mîsak-i Mîllî dike û diyar dike ku
Tirkiye, di bin xeteriya Peymana Sevrê de ye.
•
Piþtî biryara DTP ya tevlî bûna bi
berendamên serbixwe bo hilbijartinan bo asteng kirina Kurdan AKP û CHP ku di
tu mijaran de li hev nakin ketin tevgerê.Guhertina ku dixwaze namzetên
serbixwe di pusula dengdanê ya hevgirtî de cîh bigrin, qebulkirin.Li gorî
qanûnê dê hemû namzetên serbixwe di pisûlayekê de, li ser þerîdekî cih
bigrin. AKP û CHP dixwaze bi vê yekê rayê kurdên ku xwendin û nivîsandina
wan tune ye biþewitîne.
•
Li Amedê piþtî barana dijwar gelek
mal û kargehên di nava sînorên þaredariyên Yenîþehîr, Baglar, Sur, Kayapinar
û þaredariya Bajarê Mezin de dimînin, dibin avê de man. Piþtî baranê û
serdagirtinên avê, li þaredariyan maseyên krîzê hatin avakirin û pêr heta
serê sibehê ava li kolanan kom bûye, hate valakirin.
•
24ê gulanê de li Þirnexê ya bakûrê
Kurdistanê teqîn çêbû 6 leþkerên Tirk mirin
•
Terora dewleta Tirk li Þemzînanê
di ser guneh de hatibû zevkirin û teroristên dewleta Tirk 36 sal eza
vergirti bûn dadghela bilin cezayên wan teroristan betal kir.. Astsubayên bi
navê Alî Kaya û Ozcan Îldenîz di ser guneh de hatibûn girtin, lê belê
biryara mehkûmiyetê ya der heqê wan de hate rakirin.
PÛÞPER (HEZÎRAN)
2007;
|

Dewleta Tirk
dijminahiya xwe hember zimanê Kurdî dîsa nîþan da Þaredarê Sûrê
ya Amedê Abdullah Demîrbaþ ji wezîfê girt.
|
•
Dadgeha Dewletê ya Bilind a Tirkiyê bi sedema biryara Þaredariya Sûrê ya "Di
kar û xebatên þaredariyê de pirzimanî" Þaredarê Sûrê ya Amedê birêz Abdullah
Demîrbaþ ji wezîfê girt. Dadgehê biryara xwe weha aþkere kir: ”Seroke
Þaredariya Surê Abdullah Demirbaþ, biryara þaredariyeke pirzimanî daye.
•
Partiya Karkeran(ÎP) ya Doðu
Perinçekê bi hevkarîya komaleyen þoven-tirkperest li Amedê mîtînga ku plan
dikirin pêk anîn.10ê hezîranê ji bo bajarê herî girîng ya bakûrê Kurdistanê
li Diyarbekîrê bû rojeke reþ.Mîtîng diqada îstasyonê de hate li dar xistin.
Bi mîtîngê tê xwestin ku Amedê wekî bajarekî ne Kurdewar nîþan bidin û bi
alayên Tirkan þovê çê kirin. Her wiha li Þirnexê jî mîtîngekî bi wî rengî
hate li dar xistin.
•
15 Pûþper(Hezîran) Li bakûrê Kurdistanê bajarê Diyarbekirê Li kolana Gewran
ya taxa Ofîsê ya bajarê Amedê, ji aliyê kesên nediyar ve bombeyek hat
teqandin. Di encama vê teqînê de kesek mir û 6 kes jî birîndar bûn.
•
12 hezîranê li navçeya Cendrêsê ya girêdayî bajarê Efrînê li Rojavayê
Kurdistanê sê kurd ji aliyê gropeke çekdaran ve hatin gullebaran kirin û di
encamê de jiyana xwe ji dest dan.
•
9ê hezîran Malbata Kurd bi darê
zorê ji bajarê Tirkan Denizlî hate derxistin. Mexdûrên koçberiya bi darê
zorê ku di encama þerê li Kurdistanê de çûne bajarên tirkan, ji ber zext û
zordestiyan ji van deran jî koç dikin.
•
Serfermandariya Giþtî ya Artêþa
Tirk diyar kir ku ji 9’ê pûþperê heta 9’ê rezberê bajarên Þirnex, Colemêrg û
Sêrtê wekî herêma Rewþa Awarte (OHAL) îlan kirine. Herêm wekî 4 parçeyan
hatiye binavkirin û çi tevgera li wir çêbibe dê leþker bikarin bêyî ku
hiþyar bikin çek bi kar bînin û bikujin.
•
Birêvebirê PKK Mûrad Karayilan
diyar kir li ser gotinên dibêjin; 'Di îhtimala ketina Baþûr de artêþa Tirk
serketinê bi dest bixe' Karayilan got: 'Ti kes nikare hêzên me yên heyî ji
serê van çiyayên stratejîk ên Kurdistanê bîne xwarê.'
•
Li bakûrê Kurdistanê þerê navbera
dewleta Tirk û PKK dijwartir bû û dewleta tirk bi hêzêkî mezin qada
operasyonan berfirehtir kir.
•
Di raya giþtî ya Kurdî de
daxwazake mezin ya yekbûna hêzên Kurd hebû.Mixabin DTP bo yekîtîya Kurdan
gor na û li tu cîhan endamên KADEP an jî HAK-PARê nexistin listeyan û Aysel
Tugluk a Kemalîst ji Amedê bû namzet.
•
Dawa le PDK-î dekirêt ke le
parçekanî tirî Kurdistan endam wergirêt u karî rêkxstinî bikat
|


Ger partiyeke Kurd û
Kurdewar ku xwedî taybetmendîyên teknîkî û kadroyî û
hestîyarî(olî,aborî û sosyal) û mirovî û zelalîya zimanî û
wêrekî de hevkêþî AKP hebûya bê guman Kurdan wê li þuna
partiyeke Tirk dengê xwe bidana wê partiye Kurd. Lê AKP ji deng
standina ji Kurdan cesaret vergirt û daxwazên netweyî ya Kurdan
qebûl nake.
|
TÎRMEH 2007;
• 2ê
tîrmehê Orhan Dogan ku di encama krîza dil jiyana xwe ji dest da li Cizîrê
bi merasîmeke bêhempa hate definkirin. Beriya definkirinê li ber avahiya
DTP’a Cizîrê parlementera DEP'ê ya berê Leyla Zana axaftinek kir û wiha got:
"We ew bi awayekî serbilind ji bo Kurdistanê kir zava."
• Serdozgeriya Komarê ya Amedê, ji ber gotinên Þaredarê Bajarê Mezin ê Amedê
Osman Baydemîr ku du roj berê di ROJ TV’ê de axivîbû, lêpirsîn da
destpêkirin. Hate ragihandin ji ber ku Baydemîr PKK’ê wekî “Muhalefeta
Çekdar a Kurd’ bi nav kiriye, der barê wî de lêpirsîn hatiye vekirin.
•
Êrîþkarîya dewleta tirk ser Kurdistana azad kete rojeva Cîhanê. Televîzyona
Kurdsat jî dîmenên bombe baranê weþand. Topbarana dewleta tirk di medyaya
cîhanê de jî deng veda.Gelek weþanên nivîskî û dîtbarî ya medyaya cîhanê
mijarê kirin nûçe.
•
Li Þemzînana Colemêrgê leþkeran
bûyerên ku mirov ji însanetiyê þerm dike anîn serê du gerîlayan. Leþkeran li
12’ê tîrmehê li mezraya Nîrkola Serî ya gundê Qelaþa Þemzînanê, du gerîla
xistin kemînê. Du gerîlayên ku bi saxî hatin girtin, ji ber ku cihê hevalên
xwe nîþan nedan û îtirafkarî qebûl nekirin, bi hovîtî hatin înfazkirin.
• 19
tîrmehê piþtî mîtînga namzetên DTP yî ku zêdetirî 100 hezar kes beþdar bû,
alozî ji ber provakasyona polîsên Tirk derket
• 21ê
Tîrmehê Leyla Zana di mîtnga Ixdirê de got: "Ez eþkere vê yekê dibêjim,
kurdan çend caran destê xwe yê aþtiyê dirêj kir.Lê wan gavekê jî neavêt. Ji
bo çareserkirina pirsgirêka kurd pêþî divê efûyeke giþtî bê derxistin û divê
derbasî pergala eyaletê bê kirin, Eyaleta Kurdistanê bê avakirin.
HILBIJARTIN 2007
• Li
Tirkîye û bakûrê Kurdistanê bo hilbijartinên 22 Tîrmehê pêk hat. Di encama
hilbijartinan de Kurdan piþtî 16 salan ketin parlmena Tirkîyeyê.Kurd
derîyeke nû nav rêbazên têkoþînê tevlî kirin. 24 namzetên Kurd wekî
parlmenter hatin hilbijartin.AKP encameke dîrokî vergirt û ji %47ê dengan
vergirt.CHP ku propagandaya kemalîzm û þovenîzmê dikir li gel hemû hewlên
xwe yên provakatîf û dervey hiquqî xwe encax ji %20,partîya þoven MHP jî %14
deng vergirt û kete parlemenê. CHP û MHP bi tevahî ji bakûrê Kurdistanê
winda bûn û têk çûn. Lê her çiqas kurd ketibûn jî parlemenê li hemberî
encamê herkes matmayî ma.Ji ber ku DTP di vê hilbijartinan de encama herî
xirab ya dîroka xwe stand.
Partîyên tevgera siyasîya kurd ku tevlî hilbijartinan dibûn di 15 salên
dawîn de het di him di tevahîya kurdistanê de dengên xwe zede dikirin û
hejmara bajarên kurdan ku dibûn yekemîn di her hilbijartinê de zêdetir
dibû.Zêdebûn li aliyekî dengên DTP li Kurdistanê pirr zêde nebe jî kêm
bûn.Girseya ku berê dengên xwe didan DEHAPê pirr zêde ber bi AKP ve neçûn.Di
hêleke din de jî li þûna ku CHP an jî MHP li Kurdistanê xurtir bibin AKP hê
baþtire. AKP piranî dengên partiyên din kiþand cem xwe.Lê bi taybetî li
Amedê gelek Kurd neçûn ser sindoqan û DTP protesto kirin.Di hin bajaran de
dengê DTP zêde bûn,lê di gelekan de jî kêm bûn û AKP jî dengên bi avayekî
pirr zêde zêde kir. Gelek sedemên daketina dengên DTP hebû.
Piþtî
ku encamên hilbijartinan hatin eþkerakirin û li Kurdistanê DTP'ê ray winda
kirin, AKP'ê jî rayên xwe zêde kirin, nîqaþan dest pê kir. Kesên ku me
nêrînên wan pirs kir, diyar dikin ku DTP'ê xebateke ji gel dûr meþandiye,
lewre tabloya wiha derketiye holê, hinek amedî jî dibêjin ku AKP'ê bi
polîtîkaya aborî ray kirîne, ji ber vê encamek wiha derketiye holê.
HAK-PAR
derbarê encaman de got;"Çawa ku Gelê Kurd evroj AKPê kiriye ‘Wezîr’ wê
siberojê karibe wan ‘riswa’ jî bike"
|

Komeke çeteyî yê Kurd
bi navê "Rûmeta Kurdan" Emerîkayê tevlîhev kir

Parlementerên DTP yî
sond xwarin
|
TEBAX 2007;
• 23'yê tebaxê de li
çoltera Bajaroka Dêrahênê ya girêdayî Navçeya Qilabana Þirnexê qewimî û 11
gerilayên PKK'yi jiyana xwe jidest da de çeka kîmyasal hat bikaranîn', bi
mirina sewalên ku li vê herêmê diçêriyan re, xurt bû.
• Bepêyî beyaninamey nawendî rageyandinî Partî Karkeranî Kurdistan lemangî
temuzî rabirdûda 52 serbazî turk le bakurî Kurdistan kujrawn, beramber 9
gerîlay Partî Karkaranî Kurdistan.
•
Li bajarê Nashville ya eyaleta Tennessee yê DYE de çeteyeke Kurd ku ser
tabela,dar û dîwaran "Ji bo rûmeta Kurdan bijî û bimire" dinivîsîne bi sûcên
xwe yên cur bi cur civaka Kurd ya li vî bajarê xiste tengasîyê.
•
Di pevçunên navbera PKK û arteþa
Tirk di deverên Sêrt û Þirnexê de 12 leþker mirin e. Her wiha li Colemergê
jî 4 leþkerên tirk ji layê gerîlayên PKK ve hatin kuþtin.Li gor zanyariyan
di meha tebaxê de nêzî 70 leþkerên Tirk mirin e.
•
06 tebax-Di encama êrîþa Îsraîlê
de bo ser deþta Bîqaê li bakurî Lubnanê 26 karkerên Kurdên baþurrojavayê
Kurdistanê hatin kuþtin û 30 din jî birîndarbûn.
•
27 tebax-Pirtûkên nivîskara Swêdî
Arstrid Lindgren ku ji bo Kurdî hatibûn wergerandin û dê li pirtûkxaneyên
bajarên Kurdistanê bihata belav kirin li Stenbolê polîs dest danî ser wan.
•
Hêzên Sûriyê li baþûrê rojavayê
Kurdistanê, li zext û girtinên li hemberî kurdan dom kirin. Li bajarên
Qamiþlo û Efrînê 6 kes bê sedem hatin binçavkirin, li paytexta Suriyeyê Þamê
jî xwendekarê bi navê Enver Mahmud ê 15 salî hate wenda kirin.
•
Merasîma sondxwarinê ya
parlementerên serdema 23'yemîn a Meclîsa tirk, pêk hat. Parlementerên DTP yî
jî sond xwarin.Di yekem danîþîna piþrtî hilbijatinê ya parlmena tirk de
bûyereke ecêb jî rû da.Ahmet Turk û çend parlementerên DTP yî çûn ber rêzên
MHP û serokê MHP Devlet bahçelî û çend parlementerên MHPyî pîroz kirin û
destê hev dû girtin.
•
Kurdistaniyên ji ber sîyasetên
dewleta Tirk yên xizaniyê diçin bajarên Tirkiyê, vê carê li ser rêyan jiyana
xwe ji dest didin.Mînîbusa karkerên findeqan, ya ji navçeya Semsûr Kextayê
diçû Gîresunê li nêzî navçeya Sîwasê Kangalê, qeza kir. Di qazayê de 2 jê
þofêrên kamyonê û 22 karkerên Kurd jiyana xwe ji dest dan.
•
Doza Yekta Uzunoglu di sala
1994’an de dest pê kir. Di wê demê de kesê bi eslê xwe tirk Gurkan Gonen
îdia kiribû ku doktor Yekta Uzunoglu ‘lêxistiye, destê wî girêdaye û dizî
kiriye.’ Ji ber vê yekê Uzunoglu hate mehkûmkirin û 2 sal û nîv cezayê
girtîgehê xwar. Lê wî dev ji doza xwe berneda. Yekta Uzunoglu piþtî 13 salan
mafdar derket. Biryar di 31’ê tîrmeha 2007’an de hate dayîn. Serokê Dadgeha
Þaredariya Pragê Felicia Hruskova, biryar da ku tu delîleleke berbiçav û
pêbawer ku ku Uzunoglu sûcdar bike tune ye.
ÎLON
2007;
|


Erdogan û Gul di riya Ataturk de dimeþin û dibêjin ku pirsgirêka
Kurd êdî nemaye
|
•
30 îlon Konferansa bi sernavê 'Li Tirkiyeyê kurd: Pêwîstiyên
ji bo pêvajoya aþtiyê', destpê kir. Di konferansê de hat destnîþankirin ku
êdî divê rê û rêbazên di çareseriya pirsgirêka kurd de bêne guherandin û
tespîta 'Ne tenê bêdenbûna çekan, divê jiyaneke bi rûmet jî hebe' hat kirin.
Serê sibê 5 endamên Komeleya Ramana Ataturkhez (ADD) hatin ber þanogehê,
posterên Ataturk vekirin û çalakiya protestoyî ya bêdeng lidar xistin. Cara
yekem e ku li Amedê ber organizsyoneke Kurdan de rexistineke sivîl yê
dijberê Kurdan û kemalîst li dijî kurdan çalakîyeke wisa li dar xisitn.
•
Hikumeta AKP di wan rojan de
xebatên xwe yên bo amade kirina destûra nû ya Tirkiye zêdetir dike. AKP
diyar dike ku armanca wan amadekirina destûreke sivîl, pêþketî û
demokratîktir e.Lê li gor peþnumaya destûra nû ku gihêþtiye raya giþtî tu
xalên girîng bo dayina mafên bingehîn ya neteweya Kurd nîne.
•
15 îlon - Serkomarê Tirk Abdullah
Gul gera xwe ya li bakurê Kurdistanê qedand.Gul berî were hilbijartin
diyarkiribû ku wê bi her beþên civakê re bikeve nav danûstandinan, lê belê
di serdanê de li hin deveran cihekarî hate kirin.Balkêþ bu ku Gul her wextê
Kurd peyva "Kurd" dibihîst qet bersiv neda û neaxifî, bêdeng bû û bi
hereketên xwe eciz bûna xwe nîþan dikir. Tê xwstin ku di hilbijartinên li
pêþiya me de jî dengên AKP li Kurdistanê zêde bibe û Kurd zêdetir entegreyî
sîstema Tirk were kirin û li þûna çarser kirin û pêkanîna daxwazên netweyî û
civakî ya Kurdan bi serdan û bi çend febriqayan Kurd bêne xapandin..
•
Li
Navçeya Riha Hîlwanê gundê Çetaxa jor 8ê îlonê decenazeyê 7 zarokên keç yên di avê de
xeniqîn hatin derxistin.
•
Nûnerên rêxistinên mafên mirovan,
diyar kirin ku gotinên Serokwezîr ên wekî "Li welatê min îþkence tuneye" ne
rast in û dan zanîn ku tenê di hezîranê de li 3 bajarên cuda yên Tirkiyeyê 3
bûyerên mirina di binçav de qewimîne.
•
Derkete holê Waliyê Amedê Efkan
Ala ku bû Miþteþarê Serokwezîr Erdogan perwerdehî daye îtîrafkarên þandine
nava PKK’ê.
|

Buyukanit di her
aaftina xwe de li hemberî Kurdan kîn veriþî

Leþkerên ku ji aliyê PKK ve esîr
hatine girtin

Kurdan li her derê li hemberî
terorizm û dagirkeriya dewleta Tirk ketin tevgerê
|
KEWÇÊR 2007;
•
2ê kewçêrê Serfermandarê arteþa
Tirk Yaþar Buyukanit di merasîma vekirina sala perwerdehî û hîndekariyê ya
nû ya Akademiyên Þerê de gotarek pêþkêþ kir û dîsa êrîþî Kurdên bakûr û
baþur kir..
•
8’ê kewçêrê: Serfermandarê Giþtî
Yaþar Buyukanit diyar kir ku ji sala 1984’an heta niha di warê astengkirina
beþdarbûna ciwanan a PKK’ê de serneketî ne û beþdariya PKK’ê dom dike.
Buyukanit daxuyand ku wan bikaribiya beþdarbûna PKK’ê asteng bikirana dê
têkoþîna PKK’ê nehatiba vê astê.
• 11 ê
kewçerê li Amedê êrîþek ser polîsên Tirk çêbû. Di encama teqîna bombeya
destan ku avêtin dikana terzî ya aydî welatiyê bi navê Mehmet Mazhar
Toptanci de, polîsê bi navê Huseyîn Ozdemîr mir, polîsên bi navê Îsmaîl
Uzucu û H. Huseyîn Polat jî birîndar bûn.
ÊRÎÞKARIYÊ
DEWLETA TIRK Û ÇALAKIYÊN KURDAN
• 18ê
Kewçêrê Tezkereya bo êrîþ kirina ser axa Kurdistanê ji aliyê Hikûmeta AKP'ê
ve hatiye amadekirin û heta salekê derbasdar e, li meclîsê bi 507 dengan
hate qebûlkirin. Di dengdanê de 19 kes jî dijî tezkereyê deng dan 16 ji wana
parlementerên DTPyî bûn.
Biryar di medyaya cîhanê bû mijara sereke. Derket holê ku hikumet û arteþa
Tirk li hev kirin û bo derxistina tezkere dest bi amadekariyan hate
kirin.Hikumeta AKP ku heta niha bi helwestên xwe yên nerm li hemberî Kurdan
li bakurê Kurdistanê ji hikumetaên berê ya dewleta Tirk cûda xuya dikir û
êdî AKP jî ser riya politikayên kevn diçe.Piþtî zêde bûna dengên AKP serokê
AKP Tayyip Erdogan jî got pirsgirêka Kurd hatiye çareser kirin û pirsgirek
tenê pirsgirêka aborî ye.
Piþtî biryara operasyonê li bajarên Tirkan êrîþî Kurdan hate kirin, malên
Kurdan hatin þewitandin, malên Kurdan hatin talan kirin, saziyên kurdan
hatin xêra kirin, heqeretên bê dawî li Kurdan hate kirin. Weþanên Kurdan
hate grtin, malperên Kurdan hatin asteng kirin. Medyaya Tirkî her roj
heqertan li Kurdan û serokên wan dike.
Piþtî
ku Tezkereya bo êrîþ kirina ser axa Kurdistanê ji aliyê Hikûmeta AKP'ê ve
hatiye amadekirin û heta salekê derbasdar e, li meclîsa Tirk hate qebûlkirin
Kurdistana azad rabû ser piyan û çalakiyên dijî dewleta Tirk hatin li dar
xistin.
Her wiha Kurdên li çar aliyên cihanê bi bi peyam, çalakî û panelan êrîþarî û
hovitîya dewleta Tirk þermezar kirin.
•
16’ê kewçêrê Serokdewletê
Suriyeyê Beþar Esad hate Tirkiyeyê. Esad piþtgirî da operasyona Tirkiyeyê ya
ser Kurdistana azad
•
22’ê kewçêr Di serî de
avahiya Rêxistina DTP’ê ya Bursayê, gelek avahiyên DTP’ê di encama hedef
nîþandina Hikûmeta AKP û Serfermandariya Giþtî de rastî êrîþan hatin. Li
gelek bajarên wekî Bursa, Stenbol, Îzmîr ên rojava kurd rastî êrîþên
lînçkirinê hatin û malên wan hatin talankirin.
• 29ê kewçêrê li dijî êrîþkariya dewleta Tirk bi destê AKP û arteþa Tirk
Kurdên Ewrûpa jî dest bi çalakiyên dijî dewleta Tirk kirin.. Li Elmanya,
Swêd, Britanya, Norveç, Frensa, Hollanda û çend welatan meþ û mîtîngên li
dijî êrîþkariya Tirkan hatin li dar xistin û di çend welatên din de jî
amadekariya çalakiyên nû tê kirin.
• Li Amedê xwendevanên Zanîngehê
eriþkariya Dewleta Tirk þermezar kirin.
• Xayînên esl Kurd wek Yilmaz Erdogan bo
kuþtina Kurdan pere dan arteþa Tirk
• Yekîtiya Ewrûpa piþta dagirkeriya
dewleta Tirk girt.
•
22 kewçêrê PKK li Oremarê 16
leþkerên Tirk kuþt PKK'ê derbarê pevçûna li herêma Oremara Gevera Culemêrgê
pêk hatî de destnîþan kir ku TSK'ê di 21'ê kewçêrê de ketiye Kurdistana
Federal. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di encama pevûna derketî de
yekîneyên TSK'ê hatine têkbirin.
•
24 kewçêr- Vatikan; "Ji bo Kurdan
dewleteke serbixwe lazim e"
SERMAWEZ
(MIJDAR) 2007;
|

Kesên ku ranta xwe
winda dikin êrîþî gavên nû ya þaredariya Amedê dikin


Li Diyarbekîrê
gelê Kurd ji Dewleta Tirk û AKP re got; "Êdî hûn nikarin careke
din Kurdan bixapînin"
Di kongreya DTP de biryara otonomiyê hate qebûl kirin.
|
•
Þaredariya Mezin ya Amedê, ji bo ku pirsgirêkên hatin û çûndina nav bajêr
çareser bikin û pêla xizmetê bilind bikin, 40 otobusên mezin bi meresîmek
xistin xizmeta xelqê.
•
Li bakurê Kurdistanê zivistanê
rûyê xwe nîþan da. Di gelek bajaran de berf bariya û di gelek bajaran de jî
barîna barana xurt didiome û pileya germahiya hewayê jî gelek daketiye.
•
13 Sermawez -- Li bajarê bakurê Kurdistanê Þirnexê di encama pêvçûna di
navbera arteþa tirk û çekdarên PKK-ê de 4 leþker hatine kuþtin û 9 jî
birîndar bûne.
•
28 leþkerên piþtî þerê li herêma Oremara Gevera Colemêrgê ji hêla gerîlayên
PKK'ê ve di 21 kewçêrê de dîl hatibûn girtin û piþtre ji hêla PKK'ê ve di
4'ê sermawezê de serbest hatibûn berdan, ji hêla Dadgeha Leþkerî ya Wanê bi
boneya, 'Bêîtîatiya emir' û 'Bêpasaport derbasbûna sînor' hatin girtin. |