|
Panorama Kurdistan 2007
PÊÞKETINÊN TAYBET BI KURDISTANA AZAD Û BÛYERÊN PÊYWENDÎDAR
31
Berfanbar (Kanûn), weþandin:00:34:21 (GDK)
RÊBENDAN 2007;
|

Kerkukiyan
xwestin ku madeya 140 bê tedbîq kirin
|
•
Parlemena tirk ser mijara
Kerkûkê civînek veþartî li dar xist. Roja din jî Parlemena Kurdistan jî bi
rojeva Tehdîtên Tirkan ser mijara Kerkûkê civîya. Serokwezîr N.Barzanî
careke din bi eþkereyî got";Kerkûk ji alîyê cografî, dîrokî û demografî
debajarê Kurdistanê ye.
•
Be mebestî seqamîgirkirdinî 'êraq
be giþtî u Kerkuk be taybetî, uîfayqî turkman îlî be niyaze le wilatî
turkiya konfransêk le jêr nawî "Kerkuk 2007" berêwebibat u biriyarawiye
layenî 'ereb u aþûr u îzîdeyþ têyîda beþdarbin. hawkat serokî kutley
turkmanekan le perlemanî kurstan raygeyand ke "her þtêk berey turkmanî
encamî bidat, iême beþdarî têda nakeyn".
SIBAT
2007;
•
Frokekanî emerîka leþarî musl
katjmêr yanzey þewî 8/2 bordumanî sê rebaiyey hêzî pêþmergey kurdistaniyan
kirdu leencamda heþt pêþmerge kujran u þeþî tirîþ birîndar bûn.
•
Heyeteka serokê deshilata
Filistînê Mehmûd Ebas ,bi serokatiya Cibril Recob serdana Parlementoya
Kurdistanê kirin.
•
Eþîrên ereb ên Sunne û Eniya
Tirkmenan, ser ji nûve dijayetkirina xwe bo bi cihkirina maddeya 140 î a
destûr têkest kirin e.
• Serokê Kurdistanê di
hevpeyvîneke xwe ya bi televîzyoneke Tirkî de çend roj berê got;Divê Êdî
Tirkîye û Îran xwe hînî Kurdistaneke serbixwe bikin","Serxwebûna Kurdistan
ne xeyalek e" ,"Kerkûk bajarê kurdistanê ye" û her wiha goti bû ku" Emê bi
PKKyê re þer nekin".Li Tirkîye bi rojan ev gotinên serokê Kurdistanê di
rojevê de ma.
ADAR 2007;
•
Dmûfrezeyeke Ensar El Îslam ku li
nêzikî 20 kes pêk hatibûn, êrîþ kirin ser bingeheke polîsî û gumrika
Baþmexê.
•
Li Kerkûkê Eniya Tirkmenan û
grubekî Ereban ji bo dijayeti kirina maddeya 140 konferansek li dar xist.
•
7ê adarê Saziyên civakî û demokrasî yên
bajarê Kerkûkê nivîsek bo parlementoya Kurdistanê bilind kirin û daxwaz
kirin ku hêzeke nîzamî ji Kurdistanê ve biþînin Kerkûkê.
•
Rêberê Tevgera Îslamî li
Kurdistanê Mela Elî Ebdulezîz li Brîtanyayê li necweþxaneyê koça dawîn
kiriye.
|

Keça Kurd bi avayekî hov û dervey însanetî linç kirin û piþtre jî bi
kamerayan hovitiyên xwe kiþandin
|
NÎSAN(AVRÊL)
2007;
•
Di encama kombûnekê de ku Serokê kurdistanê Mesûd Barzanî lê amade
bûbû, Encûmena Siyasî ya Bilind a Kurdistanê hat ragihandin. Amadebûyên
dinên evê kombûnê cihgirê serokê kurdistanê, cihgirê serokê parliyamenta
kurdistanê, serokê Partîya Komonîsta Kurdistanê, Partîya Sosyalîsta
Kurdistanê, partîya Yekgirtûya Islamî ya Kurdistanê, Komel û Zehmetkêþan bûn
û tê de kar û barên evê encûmenê hatin þirovekirin.
•
Hikumeta Kurdistanê 14ê nîsanê wek
roja bîranîna Enfalê ragihand.
•
Di 10’ê avrêlê de, li navçeya
Behzanî ya bi ser Mûsilê, ji ber keçika êzidî Dua, dil ketibû xortekî
misilman, êzidî li hev kom bûbûn û Dua kuþtibûn.
Êzidiyan Dua tazî kiribû û bi dar
û keviran ew kuþtin. Emrê Duayê hê 17 salî bû. Kuþtina Duaya 17 salî, ji
aliyê nasên wê ve, bi riya telefonê, kiþandibûn kamerayê. Ev dîmen li her
derê belav bûbû. Tevgera Ensar al Îslam jî îdia kiribû ku keçika êzidî
xwestiye bibe misilman û ji ber vê yekê hatiye kuþtin. Tevgerê biryara
tolhildanê standibû û ji ber vê yekê fermana êzidiyan rakiribû.
• Serokê
Dewleta Federe ya Kurdistanê Mesûd Barzanî got: 'Eger dewleta Tirk dest li
Kerkûkê werde, emê jî ji bo 30 mîlyon Kurdên li Tirkiyê bikevin nav
tevgerê.' Dewleta Tirk û dijberên Kurdan ji ber helwesta Barzanî pirr eciz
bûn.Rayedarên dewleta Tirk û medyaya tirkî bi zimanek tuj êrîþî serokê
Kurdistanê kirin. Mijar bi rojan di rojeva raya giþtî ya Tirkîye de ma.
Gelek sazî û rexistinên Kurd piþtgiryên xwe bo helwesta Serok Barzanî diyar
kirin. Bi pêþketina hiþmendîya neteweyî ya Kurdan taybetî hêzên nijadperest
, arteþa Tirk,dijminên Kurdan, kemalîstên faþîtst, çeteyên tarî,derdorên
mîlîtarîst û hemû hêzên ku ji berjewendîyên xwe winda dikin dixe nava tirsê.
• Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî li li ser daxwaznameyek fermî
serdana Îtalya kir.
• 20
nîsan 17 rêkxiraw le þarî Slêmanî, torêkiyan benawî "torî rêkxirawekan
bo berengarbûnewey gendelî" pêkhênawe.
GULAN 2007;
•
Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ji aliyê parlamentoya Ewropayê ve dawetî
Brukselê hatibû kirin di parlemena Ewrûpayê de axaftinek pêþkêþ kir. Mesûd
Barzanî li PE ser pirseke got;"Kurd neteweyeke ne.Di dîrokê de zordestî û
zulm li me hatiye kirin û mîlletê me bê îrada me hatiye perçe kirin."
Axaftina Serokê Kurdistanê di raya giþtî de gelekî deng veda.
• 1ê
Gulanê de DTP çû serdana Kurdistana Azad.
• Li
Iraqê þer berdewame û Iraq her roj paþ ket. 2006'an de Kurdistana azad her
roj hinek din ji Iraqê dûr bû.
• 9ê
Gulanê de li Hewlêrê di encama êrîþeke xwekujî bi dehan þehîd û birîndar
çêbûn.Terorîstên û dijberên Kurd dixwazin pêþketina Kurdistan azad xera
bikin.Li paytexta Dewleta Federe ya Kurdistanê Hewlêrê ji alîyê terorîstên
dijminê neteweya Kurd û dijminê mirovahîyê ve çalakîyek terorîstî pêk hat.
Di encamê de 19 kes þehîd û 50 kes jî birîndar bû. Birêvebirê Polîsê Hewlêrê
Ebdûlxaliq Telat jî di daxuyaniyeke bo kanalên ragihandinê ragihand, ku tê
texmînkirin ku di nav wê kamyonê de 800 kîlo TNT hebû.3 karmendên hêzên
ewlehiyê jî di nav þehîdan de hene.Þehîd û birîndaran de karmendên wezaret,
hêzên ewlehî, welatiyên sivîl û zarok jî hene.
•
23 gulanê êvara roja sêþemê li
bazarê Duhokê nêzî xwaringeha Dunya agir bi firingeheke nan ket û di encamê
de du hevwelatî ketin ber êrîþa agir û 40% ji bedena wan þewitî.
• 31ê
gulanê artêþa
Emerîkayê ewlekariya 3 bajarên li baþûrê Kurdistanê dewrî hukûmeta
Kurdistanê kir.
•
9ê gulanê di dîroka dewleta federe
ya Kurdistanê de opreasyona herî mezin ya asayîþê tê pêk anîn. Bi biryareke
wezareta navxweyî ya hikumeta Kurdistanê bi beþdar bûna çend beþên hêzên
ewlehîya Kurdistanê têde polîsên Kurd,beþa trafîk û hêzên asayîþ cih digrin
li seranserÎ baþûrê Kurdistanê dest bi operasyoneke berfireh hate kirin.
•
19ê gulanê li Mendelî 16 Kurd
hatin kuþtin.
PÛÞPER(HEZÎRAN)
2007;
•
Le rojî 11 pûþperî(hezîran) 2007
termî serbaze kujrawekanî turkiya be xak spêrdra, legel rêwresmî naþtinî
termekanda, we pîþey hemîþeyî turkekan druþmî dijî PKKyan berz kirdewe.
Emcare uwêray druþmî dij be Mesud barzanî serokî kurdistaniyan berz kirdewe.
•
12 hezîran hikûmeta Îranê gefên hilweþandina gundên kurdan yên ser sînorên Kurdistanê
dixwe.Hikûmeta Îranê daxwaz ji welatiyên kurd yên gundên Kurdistana Îranê
kir ku gundên xwe vala bikin.Ger ew di 7 rojan de gundên xwe vala nekin dê
Hikûmeta Îranê wan gundan hilweþîne.
•
7’ê hezîranê Serokê Kurdistana
Federal Mesut Barzanî bi gotina, “Tirkiye dixwaze em bi PKK’ê re þer bikin.
Lê em vê yekê tu caran nakin. Pirsgirêka PKK’ê siyasî ye” daxwazên Tirkiyeyê
deþîfre kirin.Erdogan li ser vê daxuyaniya Barzanî bi gotina, “Barzanî ne
muhatabê me ye. Muhatabê me Hikîmeta Iraqê ye. Ez bi serokê eþîran re
naaxivim” bersiv da.
TÎRMEH 2007;
•
Hîdr þêx 'elî wezîrî
geyandin pêþwazîkird le wefdêkî serokayetî erkanî hêzekanî fre regez le
iêraq le biwarî zaniyarî u geyandin, be serokayetî 'emîd ronî huknz u
jimareye le berpirsanî serokayetî erkan. le danîþtinêkda be têruteselî tîþk
xiraye serbiwarî geyandin le kurdistanda.
•
Danîþtwanî gerekî azadî
xopîþandanêkiyan leser þeqamî 30 metirî sazda u rêgakeyan girt u dawayan
dekird mrîþk froþekan lewê nemênin.
•
30 tîrmeh Barzanî û Talabanî ji bo
tevgera hevbeþ peyamaneke stratejîk îmze kirin.
•
Piþtî beþdar bûna di konferansa
sosyalîzma navnetewî li Cenêvê , îro birêz Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê
vegeriya Hewlêra paytexta Kurdistanê.
•
12 tîrmehê serok wezîrê Kurdistanê
Nêçîrvan Barzanî tevlî torena destûrnameyên Pêþmergeyên Zêrevanî bû.
Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî li ser rolên Pêþmergeyan axifî û got: Gelê me di
dîrokekî pir zehmetî de derbasbûye.
TEBAX 2007;
|

Darên ku ji ber êrîþên dewleta
Îranê þewitîne

Li þingalê 200 Kurd hate þehîd
kirin

Li Kerkûkê êrîþên dijî
Kurdan zêde bû |
• Piþtî ku per piþtî nîvro endamê polîtburoya YNK Cebar Ferman
koça dawî kir, îro sibehê li bajarê Silêymaniyê di merasîmekê de termê Cebar
Ferman li Girda Selîm Beg li teniþta aramgeha Mamosta Îbrahîm Ehmed hate
definkirin.
•
Artêþa Îranê gelek
deverên Zaxo,Soran, Xwakurk, Qendîl, gundên wek Zerge, Maredû, Piþtaþan,
Bêrme, Mêrgemîr, Hewarî Gezeng, Çiyayê Seruka, Þîwedêr û Sûredê û bi êrîþên
dijwar pêk tîne. Gundiyên ku li Xakûrkê û gundiyên nêzî sînor dijîn ji ber
topebaran û katûþayên Îranê dev ji mal û milkên xwe berdan û bi riya
koçberiyê ketin.Gundê Bêrkim ya devera Biradost, ji aliyê hêzên arteþa Îranê
ve hate topbarankirin û du kes jî birîndar bibûn, welatiyên wî gundî bi
temamî gundê xwe vala kirin. Ji ber topebarana Îranê li herêmê agir û dû
bilind bû. Gelek zeviyên çandiniyê ji ber topebaranê þewitîn û gelek heywan
jî mirar bûn lê hikumeta Kurd bersiva pêwîst neda.
•
11 tebax - Arteþa Tirk jî bi firokeyên þer û topan sînorê baþûrê
Kurdistanê topbaran kir.
•
Li baþûrê Kurdistanê êrîþeke wek
komkujî ser Kurdên êzdî pêk hat.Doh êvarê du erebeyên bombe kirî li
nêzî herdu baregehên PDK-ê û YNK-ê , her wiha bazarê navendî yê komelgeha
Gir Ozêr û du otombîlên din jî li komelgeha Sîba Þêx Xidir ku tevaya
rûniþtvanên wê Kurdên êzidîne teqiyan û li gorî zaniyariyên dawîi encama van
teqînan de zêdetirê 200 kes þehîd bûn e û gelek jî brîndar hene.
•
11 tebax - li bazara Huriye ya bajarê Kerkûkê, otomobîleke bombetêkirî
teqiya di encamê vê teqînê de de li gor zanyariyên destpêkê, 10 welatî þehîd
bûn û 28 welatî jî birîndar bûn.
•
Tirkmenan ji S.Kurdistanê re
nameya dilsozîyê þand. Piþtî teqînên ku li Hewlêr û Mexmûrê pêk hatine komek
ji serokeþîr û rihspiyên tirkmenên ji Kerkûkê nameyek ji Serokê Herêma
Kurdistanê Mesûd Barzanî re þandiye. Li gor çavkaniya pêbawer û agahdar, ev
nameya ku hatiye þandin bi xwînê hatiye îmzekirin.Çavkaniya ku nêzî
îstîxbarata Herêma Kurdistanê ye diyar kir ku di nameyê de hatiye
aþkerakirin ku tirkmen dixwazin Kerkûk bibe parçeyekî baþûrê Kurdistanê û
wiha got: "Di nameyê de wiha hatiye gotin; ‘Her çend em weke neteweya
tirkmenan cuda ne jî bi salan e ku em li gel birayên xwe yên kurd çi li
Kerkûk û çi jî li seran serî Kurdistanê dijîn. Ji ber vê yekê em bi hemû
aliyan piþtgiriya kurdan dikin.
•
Li
bajarên Duhok, Hewlêr û Silêmanî yên Herêma Kurdistana Fedral, di demên dawî
de koçberiya ciwanan gelek zêde bû û wekî mijareke sereke di nava civaka
herêmê de cih girt. Her çiqasî hejmareke fermî nebe jî tê gotin ku rojê
50-75 ciwan bi riyên qaçax berê xwe didin welatên Ewropayê. Tê gotin ku li
hin bajarên wekî Silêmanî û Duhokê rêjeya koçberiya ciwanan di van 3 salên
dawî de gihîþtiye sedî 45'an.
•
Medyay Erebiyekan êrîþ dekene ser Barzanî. Hendêk rojnamew, saytî 'erebî
helmetêkiyan dijî Barzanî serokî Kurdistan destpêkirduwe. Lejimare duwênêyî
rojnamey þerq elewstda gewre nuserî 'ereb nameyekî arastey Barzanî kirduwew
tiyaîda bas lewe dekat ke þovênzmî 'erebî be þovênzmî kurdî welam nadrêtewe
herweha rxne lebarzanî degirêt bo labirdinî alay 'êraq.
• 8
tebax Yekîtiya
Parlamenterên Kurdistanê hate ava kirin.
ÎLON
2007;
|

2007'an de Serokê
Kurdistanê Mesûd Barzanî û serokê komara Iraqa federal Celal
Talebanî bi civînên hevbeþ rojevê dest nîþan kirin.

Li Kurdistana azad
nexweþiya kolerayê bû sedema mirinan
|
• 09
Îlon- Li bajaroka Enkawa ya Hewlêrê bo þermezarkirina topbaranên arteþa tirk
û Îranê li ser navçeyên sînor yên Kurdistanê, xwepêþandanek hate
lidarxistin.
• 30ê
îlonê
Êrîþên bombeyî yên ji nîvê
tebaxê pê ve ya Artêþa Îranê yên li dijî Kurdistana azad dîsa despt pê kir.
Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku, hêzên Îranê, êrîþên katyuþayî pêk anîne.Li
gorî agahiyan gelek roketên katyûþa ketin herêmên Kandîlê yên wekî Meredo,
Suesne, Elîreþ û Qelatukanê.
• 06
Îlon - Axaftina serokê Kurdistanê ya li parlemena Kurdistanê roja sêþemê di
medyaya Tirkî û raya giþtî ya Kurdistanê de jî deng veda. Serokê Kurdistanê
di axaftina xwe de derbarê êrîþên Îran û Tirkan de got "ser gelê kurd bi
dehan salin tê êrîþ kirin lê êdî divê herkes fam bike ku tu kes nikare bi
bombe û êrîþan tiþtekî li Kurdan bide qebûl kirin". Serok Barzanî li ser
topbaranên Tirkiye û Îranê got:" Di dîroka kurdan de wekî niha yekitî û
rêxistinî nebûye lewre vê carê kes nikare çarenivîsa kurd bi hêsanî
biguhere. Ji ber wê yekê jî bi topbarankirina herêma Kurdistanê nikarin me
naçar bikin."
•
Kongireî Emerîka pirojey dewletî
Kurdî tawtuwê dekat. Emerîka serqalî pirojeyekn bo drustkirdinî dewletêkî
Kurdî le rêgay dabeþkirdinî 'êraq bo sê parçe.
•
29ê îlonê serokatîya Kurdistana federal di daxuyanîyekê de
piþtgirîyê pêþniyara kongreya Emerîkî kir ku li gorî wê Iraq li ser bingeha
federalî dabeþî ser sê herêman dibe, Kurdî, Sunî û Þî`î.
•
Nexweþiya kolera ku li Kurdistana azad bû mirina 15 kesan û nexweþ ketina bi
hezaran kesan û rewþa xirab ya binesazîya Kurdistana azad bû sedema belav
bûna vê nexweþiyê.
• 22 îlon - Di peymana 'terorê' ya di
navbera Tirkiye û Iraqê de, digel hemû îsrara Tirkiyeyê, di 'þopandina germ'
de lihevkirin çênebû. Li gorî peymana ku ev bi rojan e bi hêviyek mezin li
bendê bûn û hate diyarkirin ku bi fiyasko biencam bûye, Hikûmeta Bexdayê wê
xebatên malî û siyasî yên PKK’ê qedexe bike, qadroya rêber bidarizîne an jî
îade bike.
•
27 îlon - Rapirsiyekda le herêmî
kurdistan, rêjey 88% beþdarbûan pêyîanuwaye bûnî postî serokayetî Kurdistan
hengawêke bo drustbûnî dewletêkî serbexoy kurdî. Bepêyî rapirsiyekey
rêkxirawî (poynt)î kurdî taybet be rapirsî û lêkolînewe stiratîjiyekan ke
kopiyekî dest ajansî hewalî serbexoy(dengekanî 'êraq) kewtuwe,derkewtuwe ke
"rêjey 88% danîþtwanî kurdistan pêyîanuwaye hebûnî ew poste hengawêke berew
damezrandinî dewletî serbexoy kurd."
•
Piþtî ku pêþniyar û tewsiyeyên
kongreya perwerdeyê yên bo guherîna sîstema perwerdeyê ya herêma Kurdistanê
li civîna civata wezîran hatin pejirandin, ji bo biryardan û karkirinê li
ser wê sîstema nû, îro wezîrê perwerdeyê yê herêma Kurdistanê D.Dilþad
Ebdulrehman, li Parlamentoya Kurdistanê naveroka projeya wezareta xwe aþkere
kir.
KEWÇÊR 2007;
•
10 Kewçêr, Serokê berê yê Amerîka
Bill Clinton diyar kir ku heger hevjîna wî Hillarî di hilbijartinên
serokatîyê de serkevtinê bi dest ve bixe û bibe seroka Amerîka, dê problemên
nêvbera dewleta Tirk û hikûmeta Kurdistanê jî bê þerr çareser bibe.
• 23’ê
kewçêrê: Serokê Giþtî yê CHP’ê bi gotina, “An hûn dê bibin cîran na jî
hedef” Herêma Kurdistana Federal tehdît kir.
•
28 Kewçêr, Serokê Kurdistanê
hevdîtinek digel Televîzyona Elerebiya pêk anî û li ser krîza vê dawiyê a li
ser sinorê herêma Kurdistanê û Tirkiye nêrînên xwe anî ser zimên.Serok
Barzanî da zanîn ku PKK li nav bajar û gundên herêma Kurdistanê de
tuneye,hemû liv û tevgerên PKK di nav axa Tirkiyeyê de ne, loma jî arîþe di
bingehê de siyasî ye û bi êrîþa leþkerî nayê çareserkirin û pêwîst e bi riya
siyasî bê çareserkirin.
SERMAWEZ
(MIJDAR) 2007;
|

Divê êrîþên dewleta
Tirk ji rêvebiriya Kurdistana azad re bibe ders û aboriya xwe
teslîmî dagirkeran nekin
Parlemanî Kurdistan
proje yasay berngar bûnewey cixare kêþanî pesend kird
|
•
27 Sermawez (Mijdar), Berdevkê
Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cemal Ebdulah bi daxuyaniyekê ragihand ku ew di
nav hewildanên li dijî PKK'ê de cih nagirin.
• 19
Sermawez, 31 rêxistinên civakî yên sivîl, rewþenbîr û partiyên li Bajarê
Silêmaniyê yê KurdÝstana Federal bi armanca meþandina xebatên dejberî
operasyona Tirkiyeyê, Însiyatîfa Projeya Pembe avakirin.
•
Dewleta Tirk hewlên pêþîyên dagirkirina Kurdistana azad û rûxandina
rêvebirya Kurdistana azad bi gavên tedbîr(ambargo) yên aborî dest pê
kir.Tedbîrên pêþî jî girtina deriyê Îbrahîm Xelîl(Xabur) , kêm kirina
elektrika baþûrê Kurdistanê û asteng kirina seferên balafirên ji Kurdistana
azad.
•
Parlemanî Kurdistan le danîþtinî
jimare (22)î xulî duwemî helbijardinî xoyda, piroje yasay berngarbûnewey
cixere kêþanî pesend kird. Cêyî amajeye bepêyî ew piroje yasaye cgerekêþan
leher sê serokayetî herêm u encumenî nîþtîmanî Kurdistan u encumenî wezîran
u sercem dezgaw îdarekanî hikumet u þuwêne giþtiyekan u hokarekanî hatûçoî
giþtî u taybetî u rîklamkirdin bo cgere le kenalekanî rageyandin behemû
þêweyek qedexeye. pêwîste kesî cgerekêþ leþuwênêk taybet u diyarîkiraw bo ew
mebeste cgerekey bikêþêt, herweha lepiroje yasayekeda hatuwe pêwîste sercem
dukan weu þuwênaney cgere defroþn tabiloyek helbiwasn u metirsiyekanî cgerey
têda rûnkirabêtewe.
• Li
Stenbolê, ‘Civîna Berfirehkirî ya Cîranên Iraqê’ pêk hat. Nûnerên cîranên
Iraqê hatin Stenbolê û li ser mijara Iraqê hevdîtin pêk anîn. Tirkiyeyê di
civînê de mijarên PKK û referandûma Kerkûkê derxistin pêþ.
BERFANBAR (KANÛN) 2007;
|


Artêþa Tirk a dagirker
bi piþtgiriya AKP dest bi bombe kirina ser gund û çiyayên
Kurdistana azad kir

Seroke Kurdistanê; "Ji
ber ku em Kurdin bombeyan dibarînin ser axa me"
|
•
01 Berfanbar (Kanûn),
Bi beþdariya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdîstana Federal Nêçîrvan Barzanî
buroya Neteweyên Yekbuyî (NY) û Balyozxaneya Rusya li Bajarê Hewlêra Herêma
Kurdîstana Federal hatin vekirin.
•
11 Berfanbar (Kanûn), Serokê Kurdistanê vegeriya û hemû îddayên Tirkan derew
derket.Wek tê zanîn medyaya Tirkî û Erebî derbarê serokê Kurdistanê de
nûçeyên wek "ev hatiye brîndar kirin", "Barzanî rewiyayê û vê careke din
venegere" û gelek nûçeyên bi vî rengî yên derew û sosret weþandi bûn.
•
17 Berfanbar (Kanûn), Artêþa Tirk a dagirker þev bi balafirên ku ji
balafirxaneya leþkerî ya Amedê rabûn êrîþî bir ser kampên PKK û gelek gundên
baþûrê Kurdistanê.Artêþa tirk li Qandîlê li herêmên sîvîl xist, gundiyek mir
û herî kêm 15 sivîl jî birîndar bûn û PKK`ê jî diyar kir ku, êrîþ piþtî
firîna keþfê ya balafirên emerîkayê pêk hatiye. Balafirên ji baregeha artêþa
tirk ya li Amedê rabûn, gundên Lewcê, Serçalê, Bukixka, Rizga, Meledo,
herêma Sidika û Kanî Cengê hedef girtinDi encama êrîþa hewayî ya ji aliyê
Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) ve li dijî
herêma Qendîlê pêk hat de 5 PKK'iyan jiyana xwe ji dest daye. Li aliyê din,
Rêxistina Xaça Sor a Navneteweyî, kesên ku ji ber
bombebaranê ji gundan hatine derxistin ziyaret kirin. Hate ragihandin ku ji
herêma Qendîlê 140 malbat birine Sengeserê. Pêþmergeyên Kurdistanê ketin
rewþa parastinê.Heyeteke Hikûmeta Kurdistanê serdana deverên bombebarankirî
kir. Emerîka diyakir, ku ew piþtgiriyê didin Dewleta Tirk û got: biryarên
êrîþan jî bi îradeya artêþa tirk tên stendin.
Protestoyên kurdan bo protesto kirina Êrîþkariya dewleta Tirk bi destên
artêþa Tirk û hikumeta AKP didome. Kurdên Diyarbekîr, Þirnex, Dêrsim,
Mêrdîn, Riha, Mêrsîn, Stenbol Edene û Dîlokê li hemberî bombekirina herêma
Qendîlê ya ji aliyê balafirên TSK'ê ve, nerazîbûn nîþan da.
Dibe ku dewleta Tirk bo xapandina raya giþtî ya Tirk çend opersyonên
sembolîk pêk tînin.Dibe ku armaca wan e ku bi îddayên pêkanîna opersyonan
nerazîbûna Tirkan û medyaya Tirkî were kêm kirin e. Lê AKP deng standina ji
Kurdan cesaret girt, bi vê cesaretê jî projeyên qedandina hêza siyasî ya
Kurdan derxistin holê. Desthilatdariya Kurdistanê ji ber ku diplomasiyeke
xurt pêkneanîn di raya giþtî yê Cîhanê
de seneryoyên dewleta Tirk bêtir hate pejirandin. Her wiha ji ber poltikayên
ne bi îstîqrar ya hikumeta Kurdistanê bû sedema zirar dîtina prestija Kurdan
bi taybetî di hêla dîplomatîk de. Diviya bû ku riya operesyona Tirkan bi her
avahî hatiba girtin.
•
17 Berfanbar (Kanûn), Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî nerazîbûna xwe
li hember êrîþa asmanî ya Tirkiyeyê li ser gundên Kurdistanê nîþan da ku
bûye sedema þehîdbûn û birîndarbûna bi dehan kesên jin, pîr û zarokan.
•
22 Berfanbar (Kanûn), Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Hevgirtî li
Cenevreyê ragihand ku ji ber operasyona asmanî a Tirkiyeyê a li dijî hêzên
PKK-yê li herêma Kurdistanê nêzîkî 2 hezar welatî cih û malên xwe bi cih
hiþtine.
•
18 Berfanbar (Kanûn), Serokê Kurdistanê bi avayekî dîplomatîk bersiveke tund
da helwestên dema dawî ya hikumeta Emerîkayê. Wek nerazibûnek li hember
êrîþên Tirkiyeyê ên bo ser herêma Kurdistanê, serokê Kurdistanê Mesûd
Barzanî serdana xwe ya Bexdayê betal kir ku biryar bû biçe Bexdayê û li gel
wezîra derve ya Amerîkayê Rice hevdîtinek pêk bîne.
•
24 Berfanbar (Kanûn),Serokê Kurdistanê Mesud Barzanî ku bi armanca
kontrolkirina rewþa dawî ya herêma hatî bombardimankirin û gundiyên ji ber
bombardimanê koçber bûyîn, çû herêma Qendîlê, diyar kir ku bombardimankirina
Qendîlê ji bo wan bombardimankirina Hewlêrê ye.
•
27 Berfanbar (Kanûn), Kurd 2007'ê di warê dîplomasiyê de bi þikestinekê dawî
kirin. Ji ber lawaziyê xebatên desthilatdariya Kurdistan û ji ber gelek
sedemên din. Referandûma Kerkûkê hate paþvexistin. PE paþvexistina
referandûma Kerkûkê bi þert qebûl kir. Parlemantoya Kurdistanê doh jî civîna
xwe ya asayî ya hejmara 36 saz kir. Di vê civînê de pêþniyara nûnerê taybet
yê Neteweyên Yekbûyî(NY) yê bo karûbarên Iraqê Steven De Mestura, ku çend
rojên borî di civîneke Parlemantoya Kurdistanê de bi navê NY pêþniyar
kiribû, ku bicihanîna madeya 140 bo 6 mehan bê taloqkirin, hat gotûbêjkirin.
(çavkanîya giþtî; arþîwa HAWAR DENGÛBAS /
amadekar; Serhad B.RÊNAS, Hesen
DILGEÞ)
© HAWAR DENGÛBAS 2007

Binivsîne
|
Biçe Jor

|