|
Beþa Cîhan
Bi Pêngava Îranê Pêvajoyeke Nû Li Rojhilata Navîn Destpêkir
14
Nîsan, 2006 11:34:27 (GDK)
|

Tehran di 14 Sibatê de ji nû ve
dest xebatên nuklerî kiribû.Îran xebatên xwe li Natanzê didomîne
|
HAWARDENGÛBAS,TEHRAN-- Îran piþtî tijîkirina santrîfujan ku bo dewlemendtir
kirina ûranyûmê pêþ xebatek bû roja çarþemê serkomarê Îranê Mehmûd Ehmedînecad
bi fermî destpêkirina xebatên dewlementir kirina ûranyûmê ragihand.Pêngava Îranê
di hin dewletên bihêz de bû sedema nerazîbûnan.Bi avayekî xwezayî bihêz bûna
Îranê ji bo gelê Kurd jî pêþketinekî neyênî ye.
Nûçe-Þîrove / Rebiwar KURDO
Hiþyarîya
Emerîya an jî NY kerî tiþtek nehat û dawîya dawîyê de Îran dest bi xebatên
dewlementir kirina ûranyûmê kir.Mehmud Ehmedînecad li paytexta Xorasanê li
bajarê Meþhedê ber xwendekarên unîversîteyê ku dirûþmên “bo DYE û Îsraîlê
mirin” diqirîyan, serketina xebatên
nuklerî ragihand û got ew êdî hêzeka nukleer in.
Hate
xwestin ku roja serketina xebatên nuklerî jî wek “rojeke netewî” bê îlan
kirin.Ev pêþketin polîtîkayên navneteweyî hejand.
Piþtî
daxûyanîyê yek bi yek peyamên nerazîbûnê hate dayîn.DYE,YE,Îsraîl,Brîtanya,Frensa,Elmenya
bi avayekî tund pêngava Îranê þermezar kirin.
Piþtî
daxûyanîyê serokê Ajansa Hêza Atomî
ya Navnetewî Muhammed El Beradeî çû Îranê.
Îran dixwaze miroveke biþîne
ezmanê
Hate
ragihandin ku Îran bo xebatên ezmanê jî xwedî projeyan e û dixwaze mirovek
biþîne ezmanê.Li gor agahîyan Îran ji vê xebatê bi Rûsya yê di nava danûstandinê
de ye.
Îran û pêvajoya bernameya nuklerî
Ehmedînecad
ji yekem roja xwe de bi beyana xwe ya ku “þoreþa Ýranê wê li hemû dinyayê
belav be” xuya bûbû ku sîyaseta Îranê wê hiþktir be û pêywendiyên Îranê bi
Emêrîkayê, Ewrûpayê û gelekên din re ber b, xirabîye ve biçe.
Serokkomarê
berê ê Îranê A. Haþemî Rafsancanî, ew nikarin ji mafê xwe yê paraztina
welatê xwe berdin û divê rojavayî
tiþtê paþê lê poþman bibin, nekin.Di 6 mehên dawî de kêþeya nuklerî
di navbera Îran û civaka navneteweyî de her mezintir bû bû.Îran him DYE ê
him jî Îsraîlê gelek caran tehdît kir.Bêgûman DYE û YE bernameya nuklerî ya
Îranê dijî berjewendîyên xwe dibînin.
Bernamya
çekên atomî ya Îranê di qada navneteweyî de demeke dirêj di rojevê de
bû..Rayedarên Ewrûpî gotin ku, heger
Îran di vê sîyaseta xwe de israr bike, lazim e bi enacma vê sîyasetê jî
razî be.Di vê navê de gotûbêjên Rusya û DYAyê jî dom dikin. Wezîrê karê
derva ê Rusyayê Sergej Lawrow dîyar kiri bû ku ew bi hewldanên Îranê ên
bidestxistina çekên atomî ne razî ne.Îran
piþtî mezin bûna nerazîbûnan 3 meh berê dest bi kiþandina perê xwe
ên di bankên Ewropî de kiribû.
Piþtî
YEyê roja berê biryara pirsgirêka bi minasebeta bidestxistina çekên atomî,
bibe ber Konseya Ewlekaryîê ya Neteweyên yekbûyî (NY), Îran bi dawîanîna
hevkarîyê tehdît kiri bû.Hewldanên dawî ya Rûsyayê jî bo çareser kirina vê
kêþeye têr nekiri bû.
Demekê
berê jî Îran bo dewlementir kirina ûranyûmê dset bi tijîkirina santrîfujan
ji bo dewlemend kirina ûranyûmê kiribûn.Îran di 10'ê Rêbandanê de
daxuyandibû ku 'em banga Dezgeha Enerjiya Atomî ya Navnetewî (DEAN) guhdar
nakin û emê dîsa li Natanz'ê dest bi xebatên dewlemendkirina ûranyûmê
bikin.
DYE jî
naxwaze ku wek berîya þerê sar li rojhilatê hêzen dijî wê bi hêztirbin.Wekî
tê zanîn ser rewþa polîtîk û aborî ya rojhilata navîn de bandora þîrketên rojavayî jî pirr zêdeye
û her hêz li pêy parastina berjewendîyên xwe ne.
Bandora pêþketinan li ser gelê
Kurdistanê
Wekî tê
zanîn Mehmûd Ehmedînecad di kuþtina Sekreterê PDK-Î yê berê, Evdirehman
Qasimlo û endamê Komîta navendî Abdullah Qadirî de sala 1989 li Wiyanê
xwedî roleke mezin e.
Ev
Ehmedînecad ji Hezîrana 2005 pêve niha Serokkomarê Îranê ye.Ji hatina xwe
þunde zordestîya ser gelê rojhilatê Kurdistanê zêdetir bû.Gelek weþanên
Kurdî hat qedexe kirin.Her wiha rêveberîya di bin dehilatdarîya Ehmedînecad
li gor rêveberîyên berê helwesta xwe ya li beramberî Kurdistana Federe de jî
tundtir kir.Bi her avahî dijî serxwebûna Kurdistanê derdikeve û bi dewleta
Tirk di nava hewkarîyê de ye.
Her wiha
Ehmedînecad bidagîrkirina balyozxaneyê jî tê sûcdar kirin.Balyozxaneya
DYAyê ya Îranê di 4.11.1979ê de hate dagîrkirin û dîplomatên tê de bûn 444
rojan li wir dîl man. Emerîka eþkere dike ku yek ji yên ku dîplomata dîl
girtiye jî serokomarê Îranê Mahmûd Ehmedînejad e.
Li gor
medyaya DYAyê serokkomarê nû yê Îranê Mahmûd Ahmedînejad yek ji wan kesan e
ku di sala 1979ê de balyozxaneya DYAyê ya Tahranê dagîr kiribûn û
dîplomatan dîl girtibûn. Medya vê îddiaya xwe dispêre kesên ku wê demê li
balyozxaneyê rehîn bûn.
Balyozxaneya
DYAyê di 4.11.1979ê de hate dagîrkirin û dîplomatên tê de 444 rojan li wir
dîl man. Yek ji daxwazên dagîrkeran jî ew bû ku DYA þahê Îranê yê ku piþtî
þoreþa Xumeynî bazdabû Amerîkayê teslîmî Îranê be.
Hêzên
rojavayî her çiqas ji bo parastina berjewndîyên xwe li dijî bernameya
nuklerîya Îranê derbikevin jî xeter bo Kurdan bi taybetî bo rojhilatê
Kurdistanê zêdetir e.
Divê helwesta
Îranê bo hemû gelê Kurd bibe ders û bi taybetî Dewleta Federe ya Kurdistanê
bi stratejîyeke dirust hêza xwe ya leþkerî mezin bike ji ber ku ew mafeke
rewa ye.Di demên dawî de bi þêweyekî berbiçav zexta ser gelê rojhilatê
Kurdistanê zêdetir dibe.Ger rexistinên rojhilatê Kurdistanê yek rêz bin û
bi giþtî milletê Kurd li her derê baye li Cîhanê dijî Îranê baþ bikarbînin
mimkune ku li rojhilatê Kurdistanê jî sîstemek federalî bê avakirin û li
baþûr û rojhilat gihêþtina bo dewleteke serbixwe ya Kurdistanê jî hêsantir
be û dibe ku ev tiþt ji bo çareser kirina rewþa xirab ya Kurdên bakûrê
Kurdistanê jî bondoreke xurt û erênî bileyze.
|