|
Hûn wek Amelie
nasdikin lê êdî ew gelek pêþ de ye
18 Tîrmeh, 2007
weþandin:03:43:21 (GDK)
HAWAR
DENGÛBAS -- Audrey Tautou ew hê jî wek Amelie tê nasîn.Lê êdî karîyera wê ya
sînemayê pirr dewlemend e.
Tesadufên biçuk dikare jiyana
mirovan biguherîne.Þeva ku Leydi Diana dimire qezayeke biçûk ya bê serê we
dikare bibe sedema alîkarî kirina we ya bo bextewar kirina mirovan ji wana
re.
Ev hevon ne perçeyeke ji jiyana rastî ye.Ev rasterast ji fîlma Jean Pierre
Jeunet'ê a bi navê Amelîe ye.
Audrey Tautou ew hê jî wek Amelie
tê nasîn.Lê êdî karîyera wê ya sînemayê pirr dewlemend e.
Amelie ango Audrey Tautou bi çavên
xwe yên mezin yên wek xezalan û bi porê xwe ya kin bala hemû mirovên ku ji
fîlma Amelie hesteke cûda vergirit bûn xisti bû bin tesîra xwe.
Audrey Tautou di kariyera xwe 12
salê de 29 proje pêk anî.Bi rêze fîlmên televizyonan destpê kir.'Venus
Beauty Institute' yekem fîlma wî bû.
Em 2001'an de bi 'Amélie' (Fabuleux destin d'Amélie Poulain), wê
naskirin.Amelie her çiqas di cara pêþî de wek fîlmeke ji rêze bo hinek kesan
xuya bû be jî,Amelie 8 milyon dolar gîþe pêk anî.
Audrey Tautou bi Amelie navdar
bû.Bi avayekî germ jiyaneke cihêreng û bextewar îspat da ku di her rewþe de
jiyaneke cuda mimkun e.
Piþtre di fîlmên 'Dirty Pretty Things' û "Dergistîya Winda" de cîh girt.
Audrey Tautou fîlmên xwe her tim bi zimanê Frensî kiþand.Ew ji Frensayê
ye.Gelek teklîfên ji Holywood ji wî re hatin.Lê ew qebûl nekir.Audrey Tautou
digot "Ez Frensizim,ezê ji bingehê xwe veneqetim û ezê fîlmên îngîlîzî
nekþînim.Ezê li Parîsê me ezê neçim Los angelas"
Belê îstîsnayek hebû.Audrey Tautou li gel Tom Hanks 2006'an de pirtûka fîlmê
“Koda Da Vîncî” ku Dan Brown bi navê “Koda Da Vîncî” ku rekora
firotinê bi dest xisitibû û bi nerazîbûna Vatîkanê hatibû rojevê ji alîyê
derhêner Ron Howard ve wek fîlmê sînemayê hat kiþandin de yek ji rola sereke
lîst.
Bi “Koda Da Vîncî” navdariya wî hineke din zêde bû.
Herî dawî fîlma wî ya dawî "Nêçîrvana Dewlemendan" (Hors De Prix)
kete vîzyonê.Di vê fîlmê de rola jineke ku zilamên dewlemd dixapîne
dileyze.Fîlm mirovên ku serdema modern wana dejenere kirûye ku tenê girêdayî
pere dijîn rexne dike.
Her wiha Audrey Tautou di fîlmeke bi navê ku produksiyona 2007 e
'Ensemble, C'est Tout' de jî cîh digre.Ensemble, C'est Tout' fîlmeke
klasîk a Komediya romantîk a Frensî ye.Fîlm hê nehatiye qedandin.
Audrey Tautou herî pirr Victor Hugo, Oscar Wilde û Paul Auster hez
dike.Audrey Tautou ya 31 salî di pêþarojê de wê çi bibe ne diyar e lê niha
yek ji listikvana herî girîng ya sînemaya Ewrûpî ye.
© HAWAR DENGÛBAS 2007

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû Naveroka Beþa Çand û Huner
|