|
Ji Xêro Abbas
albûma 4'em "Barana Þevê"
29
Tebax, 2007
weþandin:08:32:12 (GDK)
HAWAR
DENGÛBAS --
Albûma dawîn ya
Xêro Abbas bi navê "Barana Þevê" li bakûrê Kurdistanê û li Ewrûpa derket
bazarê."
Barana Þevê" albûma 4'emîn yê Xêro
Abbas e. Di albûma "Barana Þevê" ji 11 stranan pêk tê.
Stranên di albûmê de ewin; 1.Barana þevê, 2.Hêvî Evîn, 3.Bûkê, 4.Marþa
Evînê, 5.Welat, 6.Dil Bide Min, 7.Narê, 8.Zor e, 9.Bûrî Bûrî, 10.Kezîzerê,
11.Tu
"Barana Þevê" xwedî hin stranên baþ û serketiyê lê....
Xêro Abbas yek ji hunermendê girîng ya mûzîka hemdem ya Kurdî ye.Her çiqas
di albûmên xwe de cîh li stranên gelêrî dide be jî þêweya wî bi giþtî
derdora tarzên wek rock,pop,pop-folk ê de ye.
Xêro Abbas di albûma "Barana Þevê" de hewl daye xîtabî her du girseyên ku
muzîka gelêrî û him jî mûzîka hemdem guhdari dikin bike.Ev stratejî piþtî
Ciwan Haco ji alîyê gelek hunermedan tê bi kar anîn.Xêro Abbas di çêkirina
mûzîka hemdem de zêde wêrek nîne û berhemên baþ lê berhemên bi heman rengî
diafrîne.Di hin qadan de xwe pêþ naxîne.
Xêro Abbas xwedî dengekî baþ û bilind e û hunermendeke berhemdêr e,lê di
"Barana Þevê" de asta xwe ya mûzîkalî pir zêde nexistiye pêþ.Cûdayî û
cihêrengîya albûma "Westiya Bû" di "Barana Þevê" de nîne.Wek dewamake albûma
wî ya "Axîn" e.
Strana "Barana Þevê" straneke Hekîm Sefkan e.Hekîm Sefkan heman stranê di
albûma xwe ya "Stranên Qedexe" de goti bû.Aranjeya strana "Barana Þevê" ya
Xêro Abbas ji aranjeya Hekîm Sefkan pêþketir û baþtir û rengîntir bûye.Komên
kemanan bi stîla rojavahî,motifên rock strana "Barana Þevê" bi temamî kiriye
staneke cuda.
Her wiha strana Kezîzer jî strana Abbas Ahmed e ku vê stran jî di albûma
"Mêvana Xewnê"(2003) ya Abbas Ahmed de cîh girti bû. Aranjeya strana Kezîzer
jî ji halê vî stanî ya albûma Abbas Ahmed baþtir bûye.
Strana "Marþa Evînê" straneke bi stîla rock e.Diþibe strana "Nikarim" ya
Xêro Abbas a di albûma "Axîn" de.Strana "Welat" bi meqama xwe yek ji
balkeþtirîn ya albûma "Barana Þevê" ye.Her wiha strana Narê ku bi avayê
pop,hip-hop hatiye amade kirin wê bala gelekan bikþîne.
"Barana Þevê" ji Kom Mûzîkê ve hatiye derxistin.Em di vê albûmê de jî hêvî
dikin ku albûma Xêro Abbas jî nebe qurbana helwasta demên dawî yê di warê
qelsîya belav kirin û nasandina albûmên Kom Mûzîkê de.
Xêro Abbas kiye?
Xêro Abbas di sala 1962'an de li baþur-rojavayê Kurdistanê (Kurdistana
Sûrîye) bajarê Qamiþloyê hatiye dinye.Li Sûrîye perwerdeya sereta,navîn û
lîseyê temam kir Di sala 1986'an de ji ber zextên rejÎma Sûriye û ji ber bê
delfetiyan koçî Elmanyayê kir.Di wan salan de eleqeya wî ser muzîkê zêdetir
bû. Di 1989'an de bi tevlî bûna Koma Berxwedan dest bi xebatên xwe yên
mûzîkê kir.1998'an de yekem albûma xwe ya bi navê "Xerîbo" weþand.Albûma
Xerîbo di nava Kurdan de eleqeyek mezin dît.Li Ewrûpayê di dehan konser da.
2002'an de di Newroza mezin ya Diyarbekîrê ku bi qasê milyoneke Kurd tevlî
bû bû de derket ser dîkê.Piþtî gelek salan cara yekem bi vê wesîleyê
vegeriya axa Kurdistanê û di vê vegera xwe de maçî axa xwe kir û vê helwesta
wî ji aliyeke gel ve bi coþ û hezkiriyeke mezin hate pêþwazî kirin.
Xêro Abbas þêweya klasîk a muzîka Kurdî bi bingeheke modern yekxist û bi vî
avahî þêweyeke ku him girêdayî rêça xwe û heman demê de jî þêweyeke modern
derxist holê.Vê jêhatiya Xêro Abbas him cihê wî him jî berdarî ya wî zexmtir
dike.(HAWAR
DENGÛBAS)
© HAWAR DENGÛBAS 2007

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû Naveroka Beþa Çand û Huner
|