|
Mala Dengbêjan a
Amedê
03 Tebax, 2007
weþandin:21:34:20 (GDK)
AMED,Kurdistan -- Ev 8 meh
in li Amedê mala dengbêjan ava bûye û dengbêj li vir tên ba hev û stranên
xwe bi dorê ji hev re dibêjin. Dema mirov diçe mala dengbêjan mirov bi
stranên dengbêjan ber bi çanda dîrokê ve dike rêwî. Dengbêj ji ve projeyê
gelek kêfxweþ bûne û li vir wek dîvana axayên berê û wek odeyên gundan
dibînin.
Yek ji rêveberê projeya Mala Dengbêjan Mustafa Gazî, diyar kir ku dema
projeya wan 10 meh bûn û 8 meh çûn 2 meh mabûn, di destpêka projeyê de ev
tiþt nav di nava projêye de hebûn; li Stenbol, Behra Reþ û Amedê konser bên
lidarxistin, CD û Anatolojiya dengbêjan bê derxistin. Gazî, diyar kir ku di
nav wê CD’iyê de dengbêj Feleknas, Usîvê Farî, Eliyê Qerejdaxî, Ebdurrehîmê
Pîrikê û Seyîtxanê Boyaxçî cih digire. Gazî anî ziman ku dê heta çend rojan
CD’iyek dengbêjan derkeve piyase yê û 5 hezar CD bên çapkirin û CD’iya
dengbêjan dê bêpere bê belavkirin. Gazî, bi bîr xist ku konsera ya dengbêjan
ya Behra Reþ ji ber çanda lînc û van demên dawî ji bo nêzîkbûna kurdan hate
betalkirin. Lê konserên li Amed û Stenbolê dê bê lidarxistin.
DENBÊJÎ Û STRANBÊJÎ
Rêveberê projeya Mala Dengbêjan Mustafa Gazî bi lêv kir ku di nav
Anatolojiya Dengbêjan de, dê 80-90 dengbêj cih bigirin û piraniya van
dengbêjan niha hê dijîn. Ji bo çêkirina Antolojiya dengbêjan gelek lêkolîn
kirine û çûne bajarên van dengbêjan. Gazî, da zanîn ku ji bo jiyana gelek
dengbêjan agahî hindik in û kes zêde ne xwedî agahî ne û axaftina xwe wiha
dirêj kir: "Gelek dengbêj hene der heqê wan de kesek zêde ne xwedî agahî ne,
ji ber vê yekê ew kesana dema di nav antolojiyê de cih digirin kurtasî behsa
van tê kirin. Mînak Denbêj Reso mamosteyê Þakiro ye lê der heqê Reso de kes
ne xwedî agahî û wêneyên Reso nîn e." Gazî, destnîþan kir ku dengbêjî û
stranbêjî li hev cuda ne û wiha got: "Çend pîvanên dengbêjiyê hene yek ji
van enstrûman nayê bikaranîn, stranên denbêjiyê li ser bûyer û çîrokekê
derketine wek destanekê ye, destpêk û dawîbûna çîrokê heye. Lê di
stranbêjiyê de têne beþek bûyerekê an jî tiþtekî kurtasî heye. Yanî em bêjin
li ser dayik an jî evîna kesekî ye ji bo van dibêjin kilamên sivik. Bilî van
tiþtan mînaka Þivan Perwer bidim stranên dengbêjiyê dibêje lê stranbêj e.
Ayþe Þan wek dengbêj tê nasîn lê stranbêj e, Karapêtê Xaço her çiqas di
kilamên xwe de enstruman jî kar anî be dengbêj e ew kar anîna enstruman jî
girêdayî çanda muzîka Sovyetan e."
BILBILÊ AMEDÊ
Seyîtxanê Boyaxçî (75) wek bilbilê diyarbekirê tê nasîn. Dema Boyaxçî piranî
li vir derbas dibe. Dengbêj Boyaxçî der heqê dengbêjiyê de ramanên xwe wiha
anî ziman: "Dengbêjî çand, zimanê dayik û dîroka me ye. Em bi saya
dengbêjiyê li ser piyan sekinî ne. Em derd kul û êþên xwe bi dengbêjiyê ve
tînin ziman." Dengbêjî, berê di odeyên gund û dîwana axayan de dihate gotin.
Demên berê li odeyên gundan dengbêjan stran digotin." Boyaxçî diyar kir ku
di demên berê de birayê wî Elî dengbêjiya Zulkuf Axayê Reþît kiriye. Boyaxçî
ji bo dengbêjiya birayê xwe wiha axivî: "Di demên berê de radyo, pîkap,
televîzyon tunebûn, tenê kerebafun (gramafon) hebû û dema birayê min li ber
kerebafunê digot kerebafun li ber dengê birayê min îstop dikir."
ÇAVKANIYA DENGBÊJAN
Mihemed Sidiqê Farqînî (42) di 8 saliya xwe de û heta îro stranan dibêje û
dengbêjiyê dike. Hem stranên dewatan hem yên þer û hem jî yên dila dibêje.
Ji bo herêma Serhed û dengbêjên Serhêdê dibêje Serhed çavkaniya dengbejiyê
ye. Sedemê xweþbûna dengên dengbêjen Serhedê girêdayî ava Serhêdê ya cemidî
û hewaya Serhedê ya xweþ nîþan dide. Di nav dengbêjên Serhedê de jî herî
zedê Þakiro û Hiseynê Mûþê diecibîne. Sidiqê Farqînî, got ku berê dengbêj
biçûna ku derê jê re pir hurmet dihat nîþandan û biçûna kîjan gundî hemû
gundî li dora wî dengbêjî kom dibûn. Dengbêj Farqînî, bilêv kir ku di
dengbêjiya wî de alîkariya dayika wî gelek gihîþtiye wî û axaftina xwe wiha
dirêj kir: "Min gelek stran ji dayika xwe girt. Di demên berê de, dema zilam
diçûn þer û nedihatin dayikan li ser kur, zilam û birayên xwe distirandin û
gelek stran wisa derketine holê. Lê jin di nava civakê de stranên xwe
nedigotin tenê li malê digotin û zarokên van dayikan eger eleqeya van bi
dengbêjiyê re hebûya van stranan hîn dibûn. Dayika min jî dengbêj bû.
Dayikan min li gelek cihan stran digot dema bavê min dayika min xwestiyê
þertê dayika min yek jî ew e ku bila dengbêjiya dayika min asteng neke û
dayika min li her derê stran digot."
Dengbêj Mihemed Þexaniyê Hazroyê (44) hem karê fayansa li înþeatê dike û hem
jî di demên xwe yên vala de tê li Mala Dengbêjan stranan dibêje. Dengbêj
Mihemed anî ziman ku ji dengbêjan û dengbêjiyê gelek hez dike dibêje eger ez
bibîhizim dengbêjek hatiye li vir çi dibe bila bibe ew tê li wî dengbêjî
dibînim. Dengbêj Mihemed ji ber ku di van demên dawî de ji bo dengbêjiyê
eleqe nayê nîþandan bi gazinc e û wiha got: "Divê li dengbêjiyê xwedî bê
derketin û zarokan xwe hînî dengbêjiyê bikin. Dengbêjî barekî pir giran e.
Çav, gotin, awaz û mêjî bi hev re tên bikaranîn."
Dengbêj Yemlîxanê Pîrikê jî got ku berê dema dengbêj dihatin cem hev û stran
digotin. Yemlîxanê Pîrikê, diyar kir ew di bin bandora ‘dayê dayê’ de maye û
wisa dest bi dengbêjiyê kiriye. Yemlîxanê Pîrikê di ciwaniya xwe de strana
‘Mala Usivê Seydo’ dibêje, gelek tê ecibandin û piþtî wê her tim dengbêjiyê
dike.
(Dîha-ÇETÎN ALTÛN)
© HAWAR DENGÛBAS 2007

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû Naveroka Beþa Çand û Huner
|