|
Serhado bi yekem
albûma hiphopê ya bakûrê Kurdistanê pencereyek nû di mûzîka Kurdî de vekir
09 Nîsan(Avrêl),2007
weþandin:15:52:09 (GDK)
HAWAR
DENGÛBAS,(Beþa Çand û Huner) -- Albûma Serhado ya bi navê "Xewna Jiyan"
li bakûrê Kurdistanê derket bazarê.
Di albûmê de 12 stran cîh
digrin.Bi hunermendên wek Xêro Abbas,hesen Þerif,Xelya,Beyto Can,Dilava û
Sîdar duetên balkêþ hatine çêkirin.
Album li gor konsepta hiphipê bi
avayekî serkeftî hatiye amade kirin.Ji bineesazîya ensturmanan heta berga
albûmê xebateke serkeftî derketîye holê.
Serhado di warê naveroka stranan
de bi mijarên têkoþîn,azadî û serxwebûna niþtiman,mafên jinan,evîn,pirsgirêk
û çewtîyen civakî jî li gor riha hip hopê peyamên xurt dide.
Her wiha bi "Xewna Jiyan" bêtir
eþkere bûye ku zimanê Kurdî û hiphop çiqas baþ li hev tên û bingeha serî
hildanê ya têkoþîna kurdî û peyamên giþtî yên mûzîka Kurdî ya polîtîk bi
avayekî nûjen û pêþketî gihêþtine hev.
Di çend albûmên Kurdî de mînakên
mûzîka hiphop û rapê hebe jî û ser înternetê jî çend stranên hiphopê bi
Kurmancî hatine weþandin jî albûma Serhado ya "Xewna Jiyan" yekem albûma
xwerû hiphopê ya bakûrê Kurdistanê ye.
Wek tê zanîn hunermenda ji baþûrê
Kurdistanê bi navê Rezgar jî bi zaravayê kurmancîya jêr yekem albûma hiphopa
Kurdî sala par weþandi bû.
Serhado jî bi yekem albûma hiphopê
ya bakûrê Kurdistanê pencereyek nû bi avayekî serkeftî û bi qelîte di mûzîka
Kurdî de vekirîye.(HAWAR DENGÛBAS)
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWAR DENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group
ya HAWAR DENGÛBAS
e.Beyî destûr naye
bikaranîn.
kurdish hip hop
kürtçe hip hop kürtçe rap mûzika kurdî kurdish music ziman zimanê kurdi
kurdish language hiphopa kurdi kurdce rap kurdish rap serhado xewna jiyanê

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû Naveroka Beþa Çand û Huner
|