|
Albûma "Zîz" ya
Çar Newa nîþanekeye xetimîna di mûzîka Kurdî de ye û Kom Mûzîk jî
tawanbareke xetimînê ye
ETEM FERQÎN-SERHAD B.RÊNAS / HAWAR DENGÛBAS
05 Nîsan(Avrêl),2007
weþandin:15:52:09 (GDK)
HAWAR
DENGÛBAS,(Beþa Çand û Huner) -- Albûma dawîn ya koma Çar Newa binavê
"Zîz" bi qasê mehek berê derket.
Bo albûma nû ya Çar Newa him ji
alîyê hezkirîyê wan,him ji hez hezkirîyên mûzîka modern a Kurdî bendewarîyek
mezin hebû.Mixabin "Zîz" ji wan bendewarîyên 2-3 salî gelek dûr e.
Derketina "Zîz" deng ve
ne da jî.2
sedemên deng ne vedana "Zîz" hene.Yekem sedem girêdayî Çar Newayê ye û ji
ber ne serkeftî bûna albûmê tê.Sedema dûyemîn jî ji ber þîrketa ku "Zîz"
derxistîye derdikeve holê û yanî ji ber Kom Mûzîkê.
"Zîz" tekrareke xirab ya "Mak" e
Çar Newa ku piþtî veqetina Serhed
û Suleyman ji koma Amedê hate damezirandin û piþtî albûmên "Sî" û "Mak" niha
jî bi "Zîz" derket hezkirîyên xwe.
Albûm ji wan 12 stranan pêk
tê;"De bê", "Þimik Reþ", "Taxa Jêrê", "Zarokatî", "Çîmenê", "Þevek Tarî",
"Zeynebê", "Cade Çol", "Hemamê", "Hawar", "Hey lolo Delal", "Almast".
Ger "Zîz" ji alîye kom an jî
hunermendekî din ve hatibûya çêkirin em dikarîbûn bêjin albûmeke gellek
serkeftîye. Lê mirov bi avayekî xwezayî ji ber pêþketina giþtî ya mûzîka
Kurdî û Cîhanî,pêþketina teknolojîyê û rabirdûya mûzîkal ya Çar Newa albûma
"Zîz" nikare biecibîne.
Albûma yekemîn ya Çar Newa "Sî" bi
rastî jî bo mûzîka Kurdî diyariyek gelek baþ bû.Çar Newa xeletîyek nekir û
piþtî "Sî" yê albûmeke bi tam û rengekî cûda pêþkeþ kir û "Mak" derket
holê.Lê heman serkeftin di "Zîz"ê de nîne.Albûm baþe lê têde pêþketineke
nîne.
Di bikaranîna enturmanan de
yeknesakîyek xirab tê dîtin.Heman dûzahengî di aranjeya stranan de jî
heye.Stranên gêlerî ku hatine hilbijartin piraniya wan stranên ku gelek
caran ji alîyê kom û hunermendên cûda ve hatine þîrove kirin hatiye
xwendin.Bi hezaran stranên gelêrî ku di kurahîya arþîva mûzîka kurdî de ne û
xelk ji wan straran ne hayedarin nehatine bikaranîn.
Asta sound(deng) a albûmê jî ne
baþe û ne xurt e û balkêþîya albûmê hatiye asteng kirin.Hin ensturmanên wek
"obua" ku rengekî xwe da bû albûma "Sî" ,ensturmenên wisa jî nîne.Albûm wek
albûmeke konserê ye.Dibe ku Çar Newa bo mayîndeyîya berhemê riyeke wisa
biþopandibin û lê beyî þêweya lêdana hosteyane ya ensturmana ev yek jî çê
nebûye.
Mesela Çar newa dikarîbû ku þibîna
"Zîz"ê ji "Mak"ê bi bikarnanîna dahol(bateri) û bass'ên cûda ji holê
rakiba.Her wiha wiha ji "Sî" û "Mak" cûdatir berga albûma "Zîz" xirabe
û balkêþ e.
Hin sedemên din ya serneketina
albûma "Zîz" heye.Her wiha heman sedemên bi rengî û meyîbûnîya muzikalî di
çend salên dawîn de dibe serneketina gelek albûmên din jî.Wek albûmên dawîn
yên Dîyar,Koma Agirê Jiyan,Xêro Abbas,Þener Yildiz,Rojhan
Beken,Delîl,Xanemîr,Seyidxan û çend albûmên din in ku meyîbûnîya muzikalî
dibe serneketina wan.
Bê guman mînakên berovajî vê yekê
jî heye ku di wan salên dawî de bi serkeftî tevlî arþîwa mûzîka kurdî bûne û
xwe gihandina gel wek albûmên dawîn yên Ciwan Haco,Rojda,Kawa,Koma
Rewþen,Dîno, Îbrahîm Rojhilat,Xelîl Xemgîn,Hesen Þerif,Aramo,Hamid,Burhan
Berken,Nilufer Akbal,Mirady û çend navên din jî dikarin bijmerin.
Bê gûman ev analîz bi giranî ser
esasê mûzîka bakûrê Kurdistanê ye.
Kom
Mûzîk xwedî helwesteke xeter e
Sedema dûyemîn niha bo dema niha
ji sedema yekemîn girîngtir e.Ji ber ku helwesta niha ya Kom Mûzîk dikare
bibe sedema têk çûna albûmên gelek baþtir jî.
Wekî hemû cihên li Cîhanê li
Kurdistanê jî mp3 û belav bûna neyasayî ya stranan dibe sedema kêm bûna
firotina albûman.di ser de jî pêk nehatna sektora mûzîka Kurdî di warê aborî
de jî dibe sedem ku mûzîka Kurdî ji vê pêvajoyêyê zêdetir zirarê bibîne.
Wek tê zanîn li bakûrê Kurdistanê
û li Tirkîye piþtî 1991'an qedexeya ser mûzîka Kurdî rabû û di warê
derketina albûmên Kurdî e "teqînek" çêbû.Bi sedan albûm derketin û asta
qelîteya piranîya wan albûman nizm bû.Di heman demê de bi rizgarîya li
baþûrê Kurdistanê ji rejîma Sedam li wê derê jî di warê mûzîka Kurdî de
pêþketin çêbû.
Li bakûrê Kurdistanê bi taybetî
sala 1997'an þûnde di asta qelîteya mûzîka Kurdî de pêþketineke berbiçav
derket holê.Di vê pêþketinê de bi taybetî bandora koman gelek zêde bû.em
behsa 10 sal berê dikin.Di wê demê tenê televizyonek satalaytî hebû hema tu
malpereke Kurdî tune bû yanî delfetên medyaya Kurdî û ragihandina Kurdî li
gor niha gelekî kêm bû.Kom Mûzîk jî 1997'an de hate damezirandin.Kom Mûzîk
ser hev albûmên ji hev xweþtir û baþtir tevlî arþîva mûzîka Kurdî kir û
demekî kurt de di mûzîka Kurdî de bû "otorîteyek".Di wê demê de jî, niha jÎ
ji xeynî Kom Mûzîk þîrketên ku albûmên Kurdî çêdikin hebûn û henin.Bi
taybetî jî Ses Plak yek ji þîrketa ku albûmên herî baþ diweþîne ye.
Di 2 salên dawîn de Kom Mûzîk
xwedî helwesteke nayê fam kirin e.Niha li gel ku rewþa medyaya Kurdî gelek
pêþ da çûye û hetta qenaleke mûzîka Kurdî jî heye.Lê albûmên KurdÎ li gor 10
sal berê pir kêm tê firotin û ji xeynÎ nefirotina wan qet haya tu kesî ji
albûmên ku derdikeve nabe.Hema hem bêjin sedema yekemîn "mp3" lê tenê ev
sedem îzahata vê rewþa nake.
Ger em bêjin bo Kurdî eleqe kêm
bûye.Ev jî nîne.Ji ber ku di 2 salên dawîn de hejmara weþanên KurdÎ û
pirtûkên Kurdî û hejmara firotina pirtûkên Kurdî de zêdebûnake girîng di
holê de ye.Ku xwendin ji guhdarî kirinê dijwartir e û kesekî zimanê Kurdî
baþ nezanibe jî dikare mûzîka Kurdî guhdarî bike.
Pêþkeþîya albûmên Kurdî bo gel baþ
nayê kirin.Bi firýþgehên mûzîka re têkîlîyeke baþ nayê danîn.Afîþên albûman
bi baþî nayê belav kirin.firotina albûman baþ nayê teqîp kirin.Bo albûman
bergên baþ nayên çêkirin.Reklamên balkêþ û xurt nayê weþandin.Klîbên baþ
nayê çêkirin.Êdî dem ne dema berê ye.Dem dema medya û ragihandinê ye.Êdî
Kurdek tenê bo Kurdî bûna albûmê wê albûmê nakire.Ger bikîya ba ne normal
bû.Divê asta berheman zêde be û metodên navnetweyî ya qezenckirinê bêne bi
karanîn ku him çanda Kurdî qezenc bike û him jî çêkerên wan berheman qezenc
bike û berdewamîya vê rewþê bê bicîh kirin.
Mînaka herî balkêþ ku ji ber Kom
Mûzîkê negieþte girseyan albûma Koma Rewþen e.Albûma koma Rewþan ya
dawÎ bi navê "Pola Nû" ji layê naverokê de albûmeke gelek pêþketî bû.Lê
berga albûmê ewqas xirab bû ku di mirovan de hîsa albûmeke amotorî û herêmî
diafirand.
Divê kom Mûzîk dev ji xemsarîya
dîktatorî berde û him bo pêþketina xwe û him jî bo pêþketina mûzîka kurdî û
bi giþtî çanda Kurdî bi rêbazên hemdem gavên nû bavêje û berê her tiþtî jî
rêz û hûrmeta xwe bo zimanê Kurdî bi amadekirina beþeke Kurdî bo malpera xwe
nîþan bide. (HAWAR DENGÛBAS)
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWAR DENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group
ya HAWAR DENGÛBAS
e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû Naveroka Beþa Çand û Huner
|